Her diçe îdiayên çêkirina tabûreke Kurdî ya girêdayî hêzên Heşdî el Şeebî li sînorê Kerkûkê zêde dibin. Li ser mijarê Serokê Desteya Parastinê ya bajarê Kerkûkê Azad Cebarî got; “Rast nîne tabûreke Kurdî ya girêdayî Heşdî el Şeebî li Kerkûkê bê çêkirin. Em ê destûrê nedin tiştekî wiha jî. Ev îdîa bê bingeh in. Bi ti şêweyekî destûr ji bo karekî wiha nayê dayîn. Ji ber ku hêzên pêşmerge parastina bajarê Kerkûkê dikin. Ger tabûreke wiha bê avakirin, ev ê bibe sedema zirardayîna eniyên şer ên hêzên pêşmergeyan.”

Her li ser heman mijarê berdevkê Heşdî el Şeebî li sînorê Kerkûk û navçeya Xurmatû Elî Haşim jî got; “Em nikarin bibêjin çêkirina tabûreke wiha ya Kurdî rast e. Nikarin bibêjin ne rast e jî.  Belê beşekî zêde yên berpirsên siyasî û rayedarên Kurdî, navbera me û wan baş nîne.”

Her wiha Fermandarê hêzên pêşmergeyan li eniya başûrê Kerkûkê, Westa Resûl jî têkildarî mijarê got; “Der barê avakirina vê tûgayê de zanyariyên berfireh li gel me nînin. Belê dibe avakirina tûgayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî el Şeebî rast be.”

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê yê hêzên pêşmerge, Kemal Kerkûkî jî got; “Her hewldanek ji bo çêkirina tûgayeke Kurdî ya girêdayî Heşdî el Şeebî hebe, em ê destûrê nedin. Li sînorê bajarê Kerkûk û Başûrê Kurdistanê cihê wan nîne û nabe.” 


ROJNEWS / KERKÛK