SEMRA TURAN / MA / DERSÎM
Li Dersimê ev 16 roj in ku dewlet daristanan dişewitîne. Heta niha rêxistinên hawîrdorparêz ên neteweyî û navneteweyî li hemberî şewata Daristanên Dersimê bêdeng in. Bi hezaran hektar daristan şewitîn û bi milyonan sewalên nava daristanê bûn qîjot. Jinên dildar ên hatin Dersimê û rastî astengiyan hatin, diyar kirin ku dewlet çiqasî bişewitîne jî ew ê dîsa ji nû ve daristanê jîndar û şîn bikin.
Dewlet dildaran asteng dike
Li navçeya Xozatê ev 18 roj in şewata daristanê dewam dike û belav dibe. Bi hinceta “Herêma Ewlehiyê” destûr nayê dayîn ku welatî şewatê vemirînin. Dildarên xwestin biçin herêmê û şewatê vemirînin, li qereqolê qelibîn. Dildar hewl didin ku şewatên li herêma Çemê Balî, Mezraya Balî, Gundê Muşkirekê, Çiyayê Bakirê, û Geliyê Çirtikê vemirînin û kontrol bikin. Lê ji ber ku hêjmara wan kêm e û alav û amûrê wan ê vemirandinê kêm in, nikarin şewatê kontrol bikin. Jinên Dildar ên hatin herêma şewatê û xwestin şewatê vemirînin li devera şewata daristanê nerazîbûna xwe nîşan da.
Dixwazin bê mirov bihêlin
Xwendekara Zanîngehê Tijda Kiliç, diyar kir ku li dijî çiyayên Dersimê dijminatî tê pêşxistin û wiha got: “Bi rojan e çiyayên me dişewitin. Lê ti kes mudaxale nake. Dildarên ku dixwazin şewatê vemirînin jî tên astengkirin. Yên me asteng dikin dijminê xweza, ax û darên me ne. Ew çend bişewitînin jî em dê dîsa jîndar û şîn bikin. Armanca wan bê mirov hiştina Dersimê ye.”
Em hewldanên wan pûç bikin
Ji gundê Muşkirekê, Birgul Zeytin jî got, xweza û çiya çavkaniya jiyana mirovan e û got, “Her sal daristanên li Dersimê dişewitînin.Em çiqasî li xwezaya xwe xwedî derkevin, em dê hewldanên wan pûç bikin. Divê hemû xweza û hawîrdorparêz dengê xwe bilind bikin û li xwezayê xwedî derkevin.”
Dildar Nilufer Akdag jî got, dewlet bi zanebûn daristanan dişewitîne û bang li hemû dildaran kir dest werdin şewatê.