Tevgera Gorran destek da TEVGER´ê. TEVGER´ê jî da zanîn ku ew dixwazin meseleya wergirtina fermiyetê bi diyaloga aliyên Herêma Kurdistanê çareser bike, lê ev nebe, ew mijarê bibin asta Iraqê ya federal.

Piştî Kifrî û Koy hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê buroyên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (TEVGER) ên li Ranya û Qeladizê jî girtin. Berdevka Tevgera Azadî, Tara Hisên got, ew ê ji ber girtina buroyên xwe muracaetî Dadgeha Federal a Iraqê bikin, lê ew dixwazin bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin.

25’ê Mijdarê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek dabû û gotibû, ew ê partî û rêxistinên fermiyeta wan tineye, bigirin. Li ser vê yekê jî zextên li ser Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê zêde bûn.

Pêr û doh jî li Ranya, Koy, Kifrî û Qeladizê asayîşê bi ser ofîsên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de girt û ew girtin.

Tevgera Azadî û Gorran civiyan

Piştî van biserdegirtinan, doh Fraksiyona Tevgera Gorran ya li Parlamena Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriyê çû serdana Tevgera Azadî. Parlamenterê Tevgera Gorran yê Herêma Kurdistanê Belên Îsmaîl li ser girtina ofîsên Tevgera Azadî got: “Armanca serdana me, piştgiriya Tevgera Azadî di karê siyasî yê herêmê de ye. Em dixwazin qanûn ji bo her aliyî wekhev bin. Me di civînê de behsa komployên li ser bajarê Silêmaniyê kir, ji bo vê, em çi bikin da ku aramî çêbe. Em ê weke Tevgera Gorran li Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê lêkolînê li ser destûrwergirtina Tevgera Azadî bikin û biaxivin.”

Em ê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin

Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî li ser girtina ofîsên wan peyivî. Tara Hisên bal kişand ser hewldanên wan ên berê yên ji bo bersivwergirtinê û got: “Parêzerê me timî ji bo wergirtina fermiyetê ji Wezareta Hundîrin di nava tevgerê de bû. Em amade ne biçin li gel Wekîlê Wezarata Karên Hundir rûnin. Dosyayên ku me ji bo wergirtina fermiyetê dane, bînin. Em amade ne ji bo wergirtina fermiyetê li Herêma Kurdistanê hewldanên xwe zêde bikin. Em niha rewşê dişopînin û em dixwazin biryara dawî ya aliyên peywendîdar bizanin.”

Em ê bixin rojeva Parlamentoya Iraqê

Tara Hisên got, ew ê vê meseleyê bixin rojeva Parlamena Iraqê û bi rêya hiqûqê doza edaletê bikin û wiha axivî: “Em dikarin serî li Dadgeha Federal a Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bidin ku daxwaza wergirtina fermiyetê ji wir dest pê dike. Me li wir kar ji bo wergirtina fermiyetê kiriye. Li Parlamena Iraqê hewldan hene ku vê mijarê biêxin rojeva civîna parlamenê. Ji bo ku li ser mijarê guftûgo bê kirin ka gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê bawerî bi serweriya Iraqê heye yan ne.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ