Li herêma Heftenînê di çalakiya sekmaniyê ya gerîlayên YJA Starê de leşkerekî Tirk hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye: “2’ê Adarê hêzên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Konferansê yê Mezin çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
3’ê Adarê saet di 17:30’î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Goşine ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di Sibata 2019’an de li Xakurkê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer kirin û şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê ala azadiyê ya şehîdan bi ser bixînin.
Bi lehengî şer kirin û şehîd bûn
HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
“9’ê Sibata 2019’an li qada Geliyê Reş a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Agir Botan (Fetûllah Saribûllak) û li Wanê ji dayik bûye û Rêber Botan (Orhan Darga) ê li Şirnexê ji dayik bûye, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên Saribûllak û Darga û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Bi navê hevrêyên wan em soz didin ku em ê ala wan a azadiyê bi ser bixînin.”
ANF/BEHDÎNAN