Kongreya Star bi hevkariya Meclisa Serêkaniyê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê, şermezarkirina kirinên dewleta Tirk ên li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê, meşek li dar xist.
Bi sedan şêniyên navçeyên Serêkaniyê û Zirganê bi armanca piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê, şermezarkirina lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Rojava û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan. Meş bi dirûşmeya “Em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn” hat lidarxistin.
Îradeya azadiyê nayê şikandin
Çalakger li pêşiya avahiya Meclîsa bajarê Serêkaniyê kom bûn. Di meşê de wêneyên Ocalan, ala Kongreya Star û pankartên li ser wan ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Ti kes nikare îradeya me bişikîne’ nivîsandî, hatin hildan.
Meş li hemû kolanên bajêr geriya û ber bi çerxerêya şehîdan ve çû û li wir veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star, Fadiya Îbrahîm axivî û got, ew bi saya berxwedana girtiyên di zindanan de li dijî terorê sekinîne.
Fadiya di axaftina xwe de kiriyarên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut dike, şermezar kir. Wê her wiha destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ew ber bi serketinê ve diçin û soz da gelê Efrînê ku ew ê bi ser kevin.
Di dawiyê de Fadiya got, kesê ku dixwaze li dijî wan komployan bike, gelê herêmê bikuje, gelê Sûriyê parçe bike, ti carî nikare îradeya gelê azadîxwaz bişikîne.
Mîtîng bi dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana greva birçîbûnê bi bawî bû.
ANHA / HESEKÊ