Du wekîlên tevgera France Insoumise (Franseya serî natewîne - FI) û alîkarê şaredarê bajarê Grignyê, serdana Rojava kir.
Wekîla çepgir a Fransî, Daniele Obono û Mathilda Panot û Alîkarê Şaredariya Grignyê Pascal Trodec, duşemê çûn serdana Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Rayedarên cihî pêşwaziya şandeya Fransî kir. Şande çû serdana kampa nêzî Dêrikê ya penaberên ji Şengalê yên Êzîdî jî.
Obono dema serdana li Amûdê de ji ajansa Fransî AFP’ê re axivî û got, “Ji bo ku em desteka xwe li gelê Rojava re nîşan bidin, em li vir in.” Obono bal kişand ser gefên dewleta Tirk û got, ‘’Li ser destwerdana dewleta Tirk û êrişa li dijî herêmê, fikareke mezin heye.” Obono got, ew ê van fikaran bi hikûmeta Fransayê re parve bikin û hikûmet jî hay ji rewşê heye.
QAMIŞLO