Çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan bê navber li dijî dagirkeriyê dewam dikin. Çalakî li seranserê dinyayê hebin jî, yên herî zêde û girseyî li Elmanyayê çêdibin. Li bajarên Elmanyayê Bielefeld, Berlîn, Stuttgart, Hildesheim û Wiesbadenê jî çalakiyan dewam kir. Di van çalakiyan de wêneyên mirovên bi sîlehên kîmyewî hatine şewitandin jî hatin nîşandan.

Li Bielefeldê êvarê dîsa li ber Gara Trênan a Navendî mîtêngek hat lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Naîf Alkiş got, “Em ê êrişên dewleta Tirk bi vî awayî qebûl nekin. Em ê li meydanan bin. Berxwedana me wê dewam bike.” Piştî axaftinê milet ber bi meydana Jahnplatzê ve meşiya û sloganên “Bijî Rojava, bijî berxwedana QSD´ê” gotin. Li meydanê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û meşê dîsa heta bi Gara Trênan a Navendî dewam kir.

Platforma Defend Rojava a Stuttgartê jî li meydana Kobanê (Schlossplatz) mîtîngek organîze kir û bal bire ser komkujiyan û bikaranîna sîlehên kîmyewî. Çalakgerên ji bo avhewayê yên li Stuttgartê yên bi navê “Stuttgart21 Platform” jî çû cihê mîtîngê û li wir bi gotina strana “Ciao bella” banga piştgiriya bi Berxwedana Rojava re kir.

Li paytexta eyaleta Hessenê Wiesbadenê jî li meydana çarşiyê ya bi navê Mauritiusplatzê mîtîngek hebû. Piştî mîtîngê, beşdarên çalakiyê dest bi meşeke di nava bajêr de kir tevî gotina sloganên “Biji Berxwadana Rojava”.

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanyayê Berlîn çûn pêşiya wezareta karê derve ya Elman. Li vir mîtîngek hat lidarxistin û vê mîtîngê saetekê kişand. Çalakgeran wekî din dosyayek li ser sûcên şer û armanca qirkirinê ya dagirkeriyê da wezaretê. Kurdistaniyan û dostên wan ji wezaretê xwest ji bo pêşîgirtina li qirkirinê hewl bide.

Li Hildesheimê jî li ber Gra Trênê civiyan û dagirkerî protesto kir. Girseyê afîş û pankartên bi heman naverokê hatin hilgirtin. Xelkê bikaranîna sîlehên kîmyewî jî rûreş kir. Li ser navê YJK-E´yê Hakime Yousef jî peyivî û got, ew ê komkujî û qirkirinên li dijî miletê Kurd ji bîr nekin û di nava van de Serêkaniyê jî ji bîr nekin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN