Şirketa Eutelsatê dixwaze kanalên televîzyonê yên Kurdî, News Channel, Stêrk TV û Ronahî TV  bigire. Yek ji van kanalan News Channel Kanûna sala 2016'an li Ewrûpayê li ser peykê dest bi weşanê kir. Ji edîtorên News Channelê Evrîm Dengîz nerazîbûn nîşanî hewldana girtinê da û destnîşan kir ku li gel zext û zordariyê jî ew ê her tim bibin dengê bindestan.


Biryareke siyasî û aborî

Evrîm Dengîz bi bîr xist ku dadgeha Franseyê berê pêkanîna girtina Newroz TV û Med Nûçe betal kiribû û ji ber vê Eutelsat mehkûm kiribû û got, "Em dizanin ku ev biryar ne tenê ya Eutelsatê ye. Ev yek, nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan û çapemeniya Kurdan radixe pêş çavan. Aliyekî xwe yê qanûnî yê vê hewldanê nîne. Ji her alî ve biryareke siyasî û aborî ye."

Evrîm Dengîz herî dawî got, kes wê nikaribe pêşiya wan bigire ku rastiyan ragihînin û weha dawî li gotinên xwe anî: "Yên ku naxwazin ev rastî bê ragihandin, wê di pozîsyona êrîşê de bin, hewl bidin bigirin. Lê belê em dizanin ku ji salên 1990'î û vir ve çapemeniya Kurd ti carî nekarî bê astengkirin û nikare pêşî lê bê girtin. Ev kevneşopî gelekî xurt e û wê bidome. Medyaya me bi desteka gel xwe nû kiriye." 


 ANF/BRUKSEL





Kon li ber Eutelsatê hat vedan 


Êrîşên li dijî çapemeniya Kurd li Kolnê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li ber buriya Eutelsatê ya li bajrê Elmanyayê Kolnê civiyayî, hewldana Eutelsatê ya reşkirina ekranên kanalên televizyonên Kurdî Stêrk TV, Ronahi TV û News Channelê protesto kir.

Kurdistaniyan li vir daxuyaniyek da çapemeniyê û got, ew ê van êrîşên li dijî çapemeniya Kurd qebûl nekin. Di daxuyaniyê de bang li xebatkar û dezgehên çapemeniyê, rêxistinên civaka sivîl, parlementer, çalakger û rêxistinên mafê mirovan hat kirin ku bibin asteng li pêşiya "vê pêkanîna nehiqûqî û kêfî za xwe disipêre peywendiyên Tirkiye û Eutelsatê, pêşiyê li Tirkiyeyê bigirin da ku qedexe û zextên xwe yîn li dijî çapemeniyê derbasî nav erd û eqarên Ewrûpayê neke".

Kurdistaniyan çalakiya konvedanê doh saet 11;00’an da destpêkirin û li aliyê garê yê Katedrala (Dom) Kolnê her roj saet di navbera saet 13:00 û 19:00´an de çalakiya xwe dewam bikin. 


 KOLN