2Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser êrişa hewayî ya li Şengalê ku dewleta Tirk 15’ê Tebaxê li Şengalê li dijî endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. PKK’ê bi taybetî bal kişand ser hevdîtinên di navbera Enqere, Hewlêr, Bexda û Washingtonê de û got, “Hevdîtin û bazara navbera van hêzan ji bo qetilkirina Zekî Şengalî bû.” PKK’ê wiha dewam kir: “Şagirtên Mam Zekî, milîtanên Apoyî yên qewîn, wê hesabê kiryarên kujerên faşîst qat bi qat ji wan bipirsin.”

PKK´ê got, “Beriya her tiştî, em wê êrişa faşîst-mêtinger bi hêrseke mezin şermezar dikin û dibêjin; gel û ciwanên Kurdistanê wê teqez hesabê vê êrişê bipirsin. Em Zekî Şengalî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û pê bawer in ku wê li Kurdistana Azad û Şengal a Xweser û Demokratîk her tim were bibîranîn.”

Rêber û nûnerê Kurdîtiya Êzîdî

PKK´ê bi bîr xist ku Şengalî di destpêka salên 2000’î de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya wan û piştre bû endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û wiha dewam kir: “Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst 3’ê Tebaxa 2014’an ji bo qirrkirinê êriş bir ser civaka me ya Êzîdî ya li Şengalê, berê xwe da Şengalê û di nava çar salên bihurî de li ser bingeha xweseriya demokratîk a Şengalê ji bo jiyana bi hev re û azad a civaka me ya Êzîdî, bi hemû hêza xwe kar kir. Bû mamoste, rêber û nûnerê Kurdîtiya Êzîdî ya li Şengalê.”

Êriş li dijê Kurdên Êzîdî ye

PKK´ê got, êrişa li dijî Zekî Şengalî êrişa li dijî hebûna Kurdên Êzîdî û rêveberiya xweseriya demokratîk e û wiha dewam kir: “Êrişa 15’ê Tebaxê ya li Şengalê ku bi balafirên şer ên TC’ê hate kirin, di heman demê de êrişa li dijî yekîtiya demokratîk û xwişk-biratiya gelên Şengalê ye. Êrişeke li dijî hebûn û azadiya gelê Kurdistanê ye. Bi êrişeke wiha xwestin pêşî li demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê bigirin. Ev êriş dewama êrişa DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an û êrîşa TC a 24’ê Nîsana 2017’an e. Beşek ji êrişên hêzên TC ên faşîst ên li dijî Efrîn û Bradostê ne. Ya ku faşîzma DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de nekarî bike û jê nehat, faşîzma AKP-MHP’ê roja 15’ê Tebaxê xwest bike.

PKK´ê îşaret bi bazara di navbera Iraq, Tirkiye, DYE û PDK´ê de jî kir û got, “Eşkere û li pêş çavan e; serdana beriya bi rojekê ya Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê, hevdîtinên îstîxbaratê yên navbera MÎT û îstîxbaratên PDK û YNK’ê, hevdîtinên generalekî DYE’yî yên beriya bi hefteyekê li Enqereyê pêk anîn, hemû ji bo vê bûn! Ji bo qetilkirina Zekî Şengalî, ev demeke dirêj e di navbera van hêzan de hevdîtin û bazar hatiye kirin!”

Wê di ber wan de bimîne

Di dawiyê de PKK´ê got, ew û gelê Kurd ê teqez hesab bipirsin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Kujerên faşîst-qirker ji ber ku şervanekî wiha yê azadiyê kuştine, çiqasî ji wan tê bila kêf bikin, bila bikin qareqar. Di demeke gelekî nêz de, wê ev kêf û xweşiya wan di ber wan de bimîne. Di serî de jin û ciwan, gelê Kurdistanê bi taybetî civaka me ya Êzîdî çawa ku faşîzma DAIŞ’ê temirand, wê bi rêya têkoşîna xwe ya azadiyê, faşîzma AKP-MHP’ê jî bitemirîne. Weke şagirtên Mam Zekî, weke milîtanên Apoyî yên qewîn, wê hesabê kiryarên kujerên faşîst qat bi qat ji wan bipirsin.

Li ser vê bingehê, em hevrê Şehîd Zekî Şengalî careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bang li gelê Kurdistanê bi taybetî gerîla û ciwanên Kurd dikin ku têkoşîna tolhildana şoreşgerî hîn mezintir bikin.

Di salvegera 15’an a şehadeta wî de, em endamê Komîteya Navendî ya Partiya xwe û endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê hevrê Erdal (Engîn Sîncer) bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em ê bi biryardarî li ser şopa wî bimeşin.”