Bi hezaran Şirnexî li herêmên Îkîzce, Toptepe, Konûtlar, Sêgirik, Depoya Ave û Cîrane, li qiraxa çem bi cih bûne. Şirnexê bi biryar in ku berdêla xwe çi dibe bila bibe bajarê xwe neterikînin. Bi hezaran Şirnexî li binê konan bi alîkariya Şaredariyên DBP’yî yên Bajar û Navçeyan jiyana xwe didomînin. Şirnexî dixwazin qedexe û êrîşên li ser bajêr bên rakirin û ji bo vegera wan, şert û merc bên afirandin.Mehmet Şukru Katar, Naciye Bûdak, Hanim Yatman û Azîz Ustek ên li wargeha ji konan dijîn, jiyana li binê konan û biryardariya xwe ya berxwedanê ji ANF’ê re vegot.
‘Vê xakê em naterikînin’
Mehmet Şîrîn Katar bal kişand ser zehmetiya jiyana li binê konan û û anî ziman, pirsgirêkên elektrîk û avê derdikevin pêşiya wan. Katar diyar kir, li binê konekî çar-pênc malbat bi hev re dijîn û destnîşan kir, ku tevî pirsgirêkên giran jî ew ê bajarê xwe neterikînin.
Naciye Bûdak, ku tevî şeş zarokên xwe li binê kon dijî, bal kişand ser zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya wan û destnîşan kir, lê ti tişt ji dûrketina ji Şirnexe girantir nîne. Bûdak da xuyakirin, qet nefikirîn xaka xwe biterikînin.
Bila gelê me destekê bide me
Azîz Ustek jî bang li gelê Kurdistanê kir, ku destekê bide wan û destnîşan kir, ew ê ji sedî sed bi ser bikevinHanim Yatman a 70 salî anî ziman ku bûyerên bi serê wan ve hatine gelekî zehmet in û diyar kir, heta vî emrî wê zilmeke bi vî rengî nedîtiye.
ŞIRNEX