LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT

Merasîma xelatdayina 26. Çalakiya Helbest û Pexşanê ya Huseyin Çelebî ku YXK her sal organîze dike,îsal 29´ê meha 9´an li bajarê Frankfurt wê li dar bikeve.

Komîteya amadekariya 26. Çalakiya Helbest û Pexşanê ya Huseyin Çelebî ku Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) her sal li dar dixe, îsal dest bi xebatên xwe kir. Çalakî û merasîma xelatan îsal wê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi rê ve biçe. Komîteyê da zanîn ku haya wê ji kêmasiyên salê dawî heye û ji bo kêmkirina van qisûran jî wan tedbîr girtine.

Endamên Komîteyê Flê Jiyan û û Bêrîvan Gul ku li zanîngeha Goethe a Frankfurtê xwendekar in, îşaret pê kirin ku armanca wan a sereke ew e ku beşdarên çalakiyê gelek bin.

Weke aliyê duyem ê girîngiyê pê didin jî, endamên komîteya amadekar behsa diyarkirina berhemên hêjayî xelatê û xelatdayîna serketiyan dibînin. Tevî ku hîna endamên juriyê bi nav bi temamî nehatine eşkerekirin jî, komîteyê da zanîn ku di çend rojên pêşiya me ew ê endamên juriyê diyar bikin û li raya giştî eşkere bikin.

Flê Jiyan û Bêrîvan Gul didin zanîn ku di komîteyê de 8 kes hene û rêveberiya YXK´ê û komîteyên amadekariya çalakiyên çend salên bihurî jî bi wan re alîkar dibin ku ji Kassel, Londonê ne. Ji ber endamên komîteyê îsal bi pirranî li Frankfurtê ne, merasîma xelatdayînê ya îsal wê li vî bajarî 29´ê meha 9´an li semta Griesheim bê li dar xistin û wê rojê xwediyên xelatan bên eşkerekirin.

Erebî îsal hat zêdekirin

Flê Jiyan ji bo zimanên beşdariya wan qebûl dikin got, ji bilî Kurdî (tevî sê zaravayan; Kurmancî, Soranî û Kirmanckî), Tirkî û Elmanî, îsal bi Erebî jî berhem tên qebûlkirin û li ser mijarê wiha peyivî: “Îsal me xwest em Erebî li zimanan zêde bikin û sedema me ya sereke Şoreşa Rojava ye. Bi Şoreşa Rojava re li Rojava peywendiyên di navbera Kurd û Ereban de gelekî baş bûn. Li vî beşê Kurdistanê berhem bi vî zimanî jî tên afirandin û ji ber vê yekê me biryara Erebî da.” Flê Jiyan bi bîr xist ku hin salan zimanekî nû ew zêde dikin li zimanên daimî û ev ziman her sal diguherin. Berê Suryanî, Ermenîkî li van zimanan hatine zêdekirin ji bo salekê.

Li ser pirsa teşwîqkirina Kurdî û girîngiya teşwîqkirina wê bi rêya çalakiya wêjeyî ya Huseyin Çelebî jî, Bêrîvan Gul got, “Kurd ji ber ku ji bilî zimanê xwe bi zimanên din jî dipeyivin û nexasim jî bi wan zimanan berhemên wêjeyê diafirînin, girîng e ku derfetên pêşkêşkirina berhemên bi Kurdî ji bo wan bên afirandin û çalakiya me jî yek ji van derfetan e. Em ê her weha bi rêya kanalên televizyonê yên Kurdî hewl bidin xwe bigihînin xelkê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat; her weha kanalên xwe digihînin Şengalê û civata Êzîdî jî em ê xwe bigihînin wan, bi reklaman em ê nivîsandina bi Kurdî teşwîq bikin û helbet beşdariya çalakiyê jî. Wekî din ji bo beşdariya ji girtîgehan em ê reklama çalakiyê di radyoya Dengê Welat de bikin.”

Li ser pirsa ka gelo ji bo teşwîqkirina Kirmanckî ku di nava şêwezarên Kurdiyê de yek ji wan ku herî zêde li ber tinekirinê ye, komîteya wan ji bo teşwîqkirina nivîsandina wê li hin tedbîran fikiriye, endamên komîteyê li xwe mukir hatin ku ew li vê kêm hizirîne, û wiha peyivîn: “Ya rastî ev mijareke girîng e, lê mixabin di nava karûbarê pratîkî û teknîkî de em li vê nehizirîn. Lê civînên komîteya me heftane dewam dikin û em ê vê mijarê li ser bibîrxistina we bixin rojevê û muhtemel e di ser Zarok TV re em karibin reklamê bikin û xwe bigihînin dêûbavên Kirmanckîaxêv, lewma li Zarok TV´yê ne tenê zarok temaşe dikin.”

Mijara çalakiya merasîmê wê Rojava be

Li ser pirsa gelo temayeke wan a diyar di çarçoveya çalakiyê de heye yan na, endamê komîteyê Flê Jiyan got, “Heta niha di komîteyê de hin pêşniyaz ji bo vê hatin kirin û yek ji wan jî dengbêjî bû. Lê me beriya bi çar salan ev kiribû. Em dixwazin vê carê mijar elaqedarî Şoreşa Rojava be. Lê hîna me biryar li ser nedaye. Di civîna me ya piştî du hefteyan de, biryar wê li ser mijara taybet a ji bo roja merasîmê bê dayîn ku elaqedarî wê panel û çalakiyên din wê bên lidarxistin.”

Kêmasiyên salên bihurî

Me bi bîra herdu endamên Komîteya Amadekar a Çalakiya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî xist ku van her sê salên bihurî nexasim jî di warê organîzasyon, xelatgihandin û cidiyeta birêvebirina çalakiyê de gelek rexne li YXK´ê hatine girtin. Me ji wan pirsî ka ew van rexneyan çawa dinirxînin: “Em van rexneyan ciddî digirin, ew îşaret bi kêmasiyên çend salên dawî di organîzasyonê dayî der, dikin. Em ê van rexneyan ji bo ji holê rakirina van qisûran yan jî kêmkirina van qisûran binirxînin. Em ê hewl bidin, bikin ku rexneyên erênî zêdetir bibin li gorî yên neerênî; û ev rexneyên hanê ji bo me îşaret bi mijarên ku em ê giraniya xwe bidin ser wan dikin. Derengmana ragihandina destpêka çalakiyê, organîzasyona juriyan, cidiyeta wan, misogerkirina peywendiyên bi sihet di navbera komîteya amadekar, beşdar û endamên juriyê de û helbet gihandina xelatan, ji wan rexneyan in ku em bi wan hisiyane. Em ê bi cidiyet ji bo sedemên van rexneyan ji holê rabin hewl bidin. Jixwe ji ber vê yekê em komîteyên amadekar ên çalakiyên beriya niha yên li Kassel û Londonê re civiyan. Vê carê jî kêmasiyên me yên mîna derengmana ragihandinê û diyarkirina juriyê dimînin. Ji bo pirsgirêka peywendî danîna bi xelatgiran û gihandina xelatan re me komîsyonek taybet damezrand û ku karê wê agahdarkirin, amadekirina xelatan, peywendîdanîna bi xelatgiran re û gihandina xelatan e. Ev komîsyon wê bersivê bide her berhema hatî şandin û herî dawî jî misoger bike ku xelat bigihîjin xwediyê xwe.

Rexneyan rê li ber tedbîran vekir

Ji ber rexneyên elaqedarî bernameya merasîma xelatdayînê de jî, me biryar da ku bernameyeke siviktir amade bikin da ku her hunermend bi rehetî hunerê xwe pêşkêş bike û guhdarên wî jî hîna li hola merasîmdayînê bin.

Ji bo ku cara pêşiya me pirsgirêk dernekevin jî ji bo 27´emîn Çalakiya Huseyîn Çelebî em ê du komîsyonana va bikin. Komîsyona yekem wê karên sereke bike, û meha Sibatê dest bi karê xwe bike. Komîsyona duyemîn jî wê karê pêşbazî û merasîma xelatdayînê bike. Bi vî rengî em dikarin hêvî bikin ku beriya dawiya meha Sibatê ji banga ji bo beşdariya çalakiyê bê ragihandin, tevî navên endamên juriyên cihê.”

Xwegihandina girtîgehan zehmettir bû

Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê gelek kovar û rojnameyên digihiştin ber destê girtiyên azadiyê hatine astengkirin û qedexekirin, û ji vê û wê de par ew bi pirsgirêkên nû re rûbirû mane, ku nameyên ji girtîgehan ji girtîgehan dernakevin, ango wan diavêjin û bersivên wan jî nagihêjin nivîskarên metnan. Endama komîteyê Bêrîvan Gul got, ew hêvî dikin bi encamên hilbijartinên 24´ê Hezîranê rewş baştir bibe û heger nebe, ew ê bi rêya Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re xwe bigihînin girtîgehan.

Nexasim jî bi Kurdî beşdar bibin

Li ser pirsa ka ji bilî çalakiya wêjeyî, ew li rêyên din digerin ku navê Huseyîn Çelebî vejînin, Flê Jiyan got, “Di zanîngehan de rektorên zanîngehan biryara dawî didin, zehmet e ku li nava zanîngehan navê Huseyîn Çelebî karibe derkeve pêş. Lê têkiliyên me bi AStA´ya (Parlamena Xwendekaran) a Zanîngeha Hamburgê re baş e. Ev bajar cihê Huseyîn Çelebî lê jidayikbûyî ye. Em dikarin bi rêya wan hin hewldanan bikin. Yan jî belkî hin komun û şaredarî karibin werin qanehkirin ji bo navê meydanek yan jî kolanekê wekî Huseyîn Çelebî lê bikin. Em ê hewl bidin layiqê navê wî bin.”

Herî dawî her du endamên komîteyê banga beşdariya nexasim bi şêwezarên Kurdî dikin.