Nivîskarê pirtûkên “Dema dirîreşkan” û “Dijminê li pirê (Koprudekî Duşman) Murat Turk jî ji 1’ê Adarê ve li Hepsa Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Turk ê bi malbata xwe re bi telefonê peyivî, kir bang li raya giştî ya bi wîjdan kir.
Turk da zanîn ku Ugur Çîçek, Mehmet Kaplan û Serhat Guzel ev 118 (îro 119) roj in di greva birçîbûnê de ne û ew û 24 girtî jî ev 53 (îro 54) roj in di greva birçîbûnê de ne û got: “Hevalên me yên çavê wan kor bûne hene. Çavikekî me jî bimîne heta tecrîd bê şikandin, ev çalakiyên me wê dewam bikin.”
Wî da zanîn ku bi taybetî “rewşa 3 hevalên me gelekî giran e. Vedirêşin, hişê wan diçe, her deverê wan diêşe, krampên mîdeyê digirin wan, nikarin rakevin. Bêhn û deng wan aciz dikin.”
Divê dayik tenê neyên hiştin
Turk got, “Moral û maneviyat di asta herî jor de ye. Adeta bi ruhê Mazlum, Kemal, Xeyrî yê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Nifşek berxwedêr derket holê. Wek misogeriya têkoşîna azadiya siberojê derketin holê.
Me çend dîmenên dayikên li Gebzeyê di televizyonê de dîtin. Faşîzmek giran heye. Faşîzma herî giran îro xwe dide nîşan. Ev dayikên me divê bi tenê neyên hiştin. Divê her kesê xwedî wijdan li cem dayikan cih bigire.”
NAVENDA NÛÇEYAN