EREM KANSOY/REQA


Ji fermandarên YPJ´ê Şîlan Cûdî, îşaret bi soza xwe ya tolhildanê kir û îfade kir ku Reqa ji bo jinan gelekî girîng e. Cûdî da zanîn ku gelek jinên wan rizgarkirî jî, tevlî nav refên YPJ´ê bûne û di nava tabûra wê de jî şervanên wisa hene. Cûdî li ser mijarê wiha peyivî: “Em jinan hembêz û azad dikin. Em vê li wan ferz nakin, zorê li wan nakin; em sohbetê bi wan re dikin, minaqeşe dikin û ya ji hemûyan girîngtir jî ew e ku em guh didin wan. Ev rewş, ev profîl û têgihiştina insan ji bo wan nû ye. YPJ gelek tesîrê li wan dike. Ew dibêjin, bi sedsalan ew di xew de bûn û bi YPJ´ê ew ji xewê şiyar bûne.

Şîlan Cûdî, ne tenê li bereya Reqayê şer dike, wê beriya niha jî li Minbicê heta bi rizgarkirina bajêr û piştî wê artêşkirina jinê li Minbicê wezîfe kir. Niha bi tabûra xwe re li bereya Reqayê ye. Fermandara Tabûrê Şîlan Cûdî got, ji bo ku sivîl bêyî ti zirar li wan bê bêtin rizgarkirin, ew temamê derfetên xwe seferber dikin.


Em hev digirin

Fermandar Cûdî got, di pêngava Reqayê de weke ku govendê bigerînin cihê xwe digirin û wiha peyivî: “Dema şer dest pê dike, em hev digirin. Nirxên me yên exlaqî û piştgiriya me ya bi hev re nebe, em nikarin şer bikin. Îradeya me, hêza me ya hevrêtiyê; nihêrîna me li jiyan û dinyayê, girêdanên me, vê têkoşînê bi rê ve dibin. Garantiya me ya esas, îradeya me û girêdanên me yên hevrêtiyê ne. Li Reqayê serketin wê bibe ya van hemûyan”.


YPJ di şer de ye

Şîlan Cûdî bi bîr xist ku jin ji fermandariyê heta bi lojîstîkê, ji yekîneyên wê yên sekvaniyê heta bi ji komên êrîşê, li her devera operasyona Reqayê de cihê xwe digirin û got, prensîpa YPJ´ê ya “Jin pêşanga şoreşê ye” tiştekî mucered nîne. Şîlan Cûdî got, “Xeta me ya sor ev e, YPJ wê li her derî hebe” û da zanîn ku di her şeş milên êrîşên ber bi Reqayê ve, şervanên YPJ´ê cihê xwe digirin. Şîlan Cûdî li ser mijarê wiha peyivî: “Heger di koma êrîşê de be, êrîş, heger sîlehên giran be, sîlehên giran; em li her warî şer dikin. Em li Reqa di bereya pêş de ne. Em timî pêşengên şoreş û şerî ne. Jixwe Reqa, ji bo me jinan gelekî girîng e. Sonda me heye ku em tola dîrokî û ya rojane hilînin.”


Ji DAIŞ´ê rizgar bûn û bûn şervan

Şîlan Cûdî da zanîn ku heta niha gelek jinên ji DAIŞ´ê hatin rizgarkirin, tevlî nav refên YPJ´ê bûne û got, “Wan digot, ew bi sedsalan di xew de bûn û YPJ ew ji xewê şiyar kirine. Piştî hamleyan her carê bi sedan jin tevlî nav refên YPJ´ê dibin. Ji wan jinên em çûne malên wan, me ew rizgar kirine, di tabûra min de jî hene.“  

Cûdî got, em bi têgihîneke azadker nêzî tevahiya jinan dibin, jin vê dibînin û wiha peyivî: “Ji bo jinên em ji destê DAIŞ´ê rizgar dikin, tişta ji destê me hat me kir û em ê vê dewam jî bikin. Em jinan hembêz û azad dikin. Em vê li wan ferz nakin, zorê li wan nakin; em sohbetê bi wan re dikin, minaqeşe dikin û ya ji hemûyan girîngtir jî ew e ku em guh didin wan. Ev rewş, ev profîl û têgihiştina insan ji bo wan nû ye. YPJ gelek tesîrê li wan dike.”


Jinên Reqayî wê bibin artêş

Fermandara Tabûrê ya YPJ´ê Şîlan Cûdî got, wê pêşniyaz kiriye ku piştî dawî anîna li dagirkeriyê li Reqayê bimîne û wiha peyivî: “Ji bo ku tiştên hatî serê jinan dubare nebin, em dixwazin li Reqayê tabûrên jinan damezrînin. Çawa me li deverên din ên me rizgar kirî ev pêk anî, em ê li Reqayê jî bi ser bixin. Em dixwazin Reqayê bigihînin rewşeke wisa ku karibe xwe biparêze û di navê de tabûrên YPJ´ê hebin.” 


Dema ku tesîra narkotîkan namîne

Şîlan Cûdî li ser DAIŞ´iyên sax hatî girtin jî tecrûbeyên xwe bi me re parve dike: “DAIŞ´iyên teslîm dibin jî hene û yên ku em dîl jî digirin. Piştî ku tesîra dermanên hişbir diçe, heçko ji xew şiyar bibin. Yên ku pêşî ji me re digotin, beraz, dema ku tesîra dermên diçû, diguherîn. Behsa tiştên ji wan re li ser me hatine gotin, dikin û dibêjin ku ya ratsî ew qurbanî ne.”


Çanda bikaranîna cebilxaneyê

Cûdî got, dema ku ew nû hatin vê meydana şer, rê nebûn û ji ber vê jî di warê lojîstîkê de pirsgirêkan dabû der, heta ku rê vebûn wan xwe li van pirsgirêkan girt û niha piştî ku rê hatin vekirin ev zehmetî êdî nemane. Şîlan Cûdî got, rast e zêde derfetên wan nînin, lê bi parvekirin û bikaranîna derfetên heyî, pirsgirêka wan di vê mijarê de nîne û li ser mijarê wiha peyivî: “Çanedeke me nîne ku em cebilxaneya xwe belesedem bi kar bînin. Di vî warî de em pirr dîqet dikin. Ya lazim, li cihê lazim û bi qasî ku lazim e, em bi kar tînin.”