Berdevkê Koalîsyona Li Dijî DAIŞ’ê Myles Caggins eşkere kir ku hêzên koalîsyonê li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê wê li herêmê bîmînin.

Têkildarî man an jî nemana Kaolîsyona Navnetewî ya Li Dijî DAIŞ’ê li Iraqê doh li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Koalîsyonê Myles Caggins ve hate dayîn.

Caggins diyar kir ku hêzên wan li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê wê li herêmê bimînin û got, “Em ê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevkariya xwe ya bi hêzên Iraqê re bidomînin.”

Myles Caggins têkildarî hevkariya li gel hêzên pêşmerge jî got, “Niha hêzên pêşmerge mijûlê reformê ne, hewl didin hêzên pêşmerge bikin yek. Em ê hevkariya xwe ya bi pêşmergeyan re bidomînin, ji ber ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek berdêl dane.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR