Salvegera 16'an a damezrandina PYD'ê li paytexta Awusturyayê Viyanayê hate pîrozkirin.

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Rîvar Diyar Derar û Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Agirî Kobanê û siyasetvanê ji Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê Anton Mandl axivîn.

Derar bi bîr xist ku bi şer re Kurdan dest pê kir, xwe li Sûrî bi rêxistin kir, herêmên xwe parastin û modela jiyaneke nû ava kirin. Derar diyar kir ku gelên Bakurê Sûriyeyê nihêrînên Ocalan xistin meriyetê, bi vî rengî sîstemeke demokratîk ava kirin û wê her tim li ser rêya Ocalan bin.

Anton Mandl jî desnîşan kir, ku ew piştigriya têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dikin.

Di pîrozbahiyê de Grûp Mîdya, Koma Rojava, Ednan û Nisrîn û Peyman Arjîn derketin ser dikê.

 ANF/VIYANA