Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî di Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê de doh di roja 46´an a çalakiya li dijî dagirkirina bi qeyûman a şaredariyan de axivî û got: “Tayînkirina qeyûman li dijî vîna gelê Kurd e. Em ê li dijî vê meydanan neterikînin.” Di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de li Wanê de hevşaredar Avci axivî û got, “Qeyûm û zêhniyeta xwe wê bicihemin, biçin û em ê vegerin ser wezîfeya xwe. Berxwedana me wê bi ser keve.”
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê îro dikeve roja 47´an. Li Amedê doh di roja 46’an de jî çalakiyê dewam kir. Nobeta li Amedê li Kolana Lîseyê ya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Doh jî wekîlên HDP’ê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, yên Meclîsa Jinên Ciwan, yên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdarî çalakiya nobetê bûn. Ji Stenbolê, Endamên Federasyona Komaleyên Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Anatoliyayê jî piştgirî dan nobetê.
Vîna me ye em ê xwedî lê derkevin
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî di çalakiya nobetê de bal kişand ser ayetên Qûrana Kerîm û got, gelê Kurd ji derveyî daxwazên xwe yên mirovî tişteke din naxwaze: “Ji ber vê em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Ji bo ku em bi ser kevin divê em xwedî li vîna xwe derkevin. Tayînkirina qeyûman li dijî vîna gelê Kurd e. Heya ku em vîna xwe ji nû ve bi dest neyînin, em ê meydanan neterikînin.”
Qeyûm û zîhniyeta wan wê bicehemin
Hevşaredarê Wanê, Mustafa Avci jî di Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê de doh got: “Qeyûm û zîhniyeta xwe wê bicehemin biçin û em ê vegerin ser wezîfeya xwe. Berxwedana me wê teqez bi ser keve.”
Çalakiya li Wanê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê dewam dike. Parlamenterên HDP’ê Murat Sarisaç û Muazzez Orhan, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Çalakgeran bi dirûşman nerazîbûna xwe ya ji qeyûman nîşan da.
Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci di çalakiyê de got qeyûm zilm e û wiha peyivî: “Li dijî zilmê li ber xwe dayîn mafekî rewa ye. Têkoşîna me ne tenê li dijî pratîka qeyûman e. Têkoşîna me di heman demê de li dijî kesên ku dixwazin siberoja Tirkiyeyê tarî bikin e. Em ji bo siberojeke ronî, demokrasî, biratî, aştî, maf û azadiyê têdikoşin. Sekna li dijî qeyûman sekneke bi rûmet e. Em ê teqez bigihîjin armanca xwe. Qeyûm û zîhniyeta xwe wê teqez bicehemin biçin, û em ê li wezçîfeya xwe vegerin. Berxwedana me wê teqez bi ser keve.”
AMED/WAN.