NAZİM DAŞTAN / MA / MINBIC
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş li dijî gefên serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan got, “Ev der bajarê Minbiciyan e. Me ji DAIŞ’ê rizgar kir, em ê nedin ti hêzên dagirker.”
Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan, berî du rojan li bajarê Tirkiyeyê Ispartayê ji bo Minbicê gotibû, “Niha jî li Minbîçê kanalan vedikin. Gelo ev tê çi wateyê? Dixwazin bibêjin me gor amede kiriye, werin merasîma cenaze bikin. Em ê bikevin wir jî.” Erdogan bi vê, careke din sînyala operasyonê da. Ev gotin Erdogan di çapemeniyê de weke “Taktîkên operasyonê” hatin pêşkeşkirin. Lê li ser erdê rewş ne wisa ye.
Me bi xwe bajarê xwe ji DAIŞ’ê rizgar kir
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwêş got, her ku Tirkiye tengav dibe, behsa Mînbîcê dike û wiha peyivî: “A rastîn em di ferqê de ne û ti tişt li gorî xwesteka Tirkiyeyê ne mimkûn e ku bi pêş bikeve. Hinek hêz di vî warî de çavên xwe li Tirkiyeyê digirin. Lê ev der bajarê Minbiciyan e. Meclîsên leşkerî û sivîl ên bajêr hene. Me bi xwe bajarê xwe ji DAIŞ’ê rizgar kir. Em ê nedin ti hêzên dagirker. Em dixwazin her kes jî vê yekê wisa zanibe. Tirkiye dîsan li gorî xwe, dest bi daxuyaniyan kiriye. Bila gelên me qet baweriya xwe bi van gotinên derew neyînin.“