Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi beşdariya Dayikên Şemiyê, çalakiyeke 8´ê Adarê Roja jinan a Cihanê hat pîrozkirin. Cemaeta Dêrsimê ya Berlînê çalakî organîze kir. Li ser navê Dayikên Şemiyê, Besna Tosun û Maside Ocak beşdarî çalakiyê bûn. Nûnerên gelek saziyan beşdarî çalakiyê bûn weke nûnerên Navenda Civaka Kurdistaniyen Azad.
Xwişka Hasan Ocak ê di salên 1990´î de di nezaretê de hat windakirin, Masîde Ocak got, “Jiyana me li ser jibîrkirin û bibîranînê ava bûye. Me xwest Hasan kesê dawî be ku di nezaretê de hat windakirin. ji bo wê me ji civînên bi deh kesan ên sendîkayan heta bi çalakiyên girseyî yên bi beşdariya dehhezaran, kampanyayên dîtina windakiriyan meşandin. Em ê têkoşîna xwe ya dîtina windakiriyan û hesabpirsîna ji berpirsan dewam bikin.
Besna Tosun a bavê wê hatiye windakirin jî dibêje, “Gava dipirsin ez nikarim bibêjim, min bavê xwe ji dest da. Min hîç nekarî bibêjim, ew mir. Gava ez li kolanê dimeşim jî tê ber dilê min ez ji mirovan re bibêjim, polîsan bavê min kir nezaretê û bi êşkenceyê wan ew qetil kir. Ev ne tenê aqûbeta bavê min e, ev aqûbeta bi sedan bi hezaran mirovî ye. Di nezaretê de windakirinên salên 90´î ya rastî siyaseta dewletê ya tinekirina Kurdan bû. Em nikarin ji bo bavê min bibêjin mir, ji ber ku gorek, mekanek nîne. Lê em ê netirsin û bêdeng jî nebin.”
POLÎTÎKAZAD/BERLÎN