Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya têkildarî krîza siyasî, aborî, civakî û etnîkî ya li Îranê got, projeya KODAR’ê ya çareseriyê heye û wiha peyivî “Em ji bo gelan projeya çareseriyê datînin, modêleke me ya çareseriyê heye.’’

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya li ser pirsgirêk û krîzên ku halî hazir ên li Îranê û li gel wan çareserî û alternatîfên ku KODAR dihizire, axivî.

Civak ne mehkûmî krîzeke wiha ye

Tanya îşaret bi problemên siyasî, civakî, aborî û çandî yên dewleta Îranê, kir û got: “Muxatabê me yê sereke civak e, piştre dewlet e. Sedema krîza heyî dewlet e, divê dewlet hesabê vê krîzê bide û heke dixwaze heq jê derkeve divê pêşî ew gave bavêje. Civak ne mehkûmî krîzeke wiha ye.’’

Pêdivî bi destûreke nû heye

Tanya bal kişande ser kozmopolîtiya Îranê û got, “Azerî,Ereb, Belûc û gelê Fars problemên wan hene. Ji bo ev problem werin çareserkirin pêdivî bi destûreke demokratîk heye. Ji bo destûreke demokratîk muxatab gel e. Daxwaza gel çiye, pergaleke çawa dixwazin. Divê êdî bi referandumê, an jî bi rêbazên dî ji gel were pirsin, divê muxatab gel be û gel biryarê li ser guherînê bide.”

Probleme sereke ya Kurdan e

Hevseroka KODAR’ê Tanya got problema sereke ya Îranê problema Kurdan e û wiha pê de çû: “Her wiha yek ji problema sereke ya Rojhilata Navîn jî pirsa Kurd e. Îran problema Kurdan nabîne, ne ku pê dernaxîne, lê ya girîng ew e ku bê ka çawa li mesele dinere. Heta ku meseleya Kurd çareser nebe, mirov nikare behsa azadiyan bike. Kurd îro ji hela çand, aborî û siyasî ve têne kuştin. Nasnameyeke wan tine, ketine plana duyem. Ji bo vê jî derfetên jiyana wan kêm e. Ji bo bijîn xwe li sînoran dixin û her roj li ber mirinê ne. Dema ku li dij vê derdikevin, her roj têne kuştin, bi dabeşkarî cihêkariyê tene girtin. Jinên Kurd ên ku li çanda xwe xwedî derdikevin dibe hedef. Tecawiz li wan dibe, têne girtin, êrîşa bi asîtê dibin ser wan. Êşkenceya rihî û nasnameyê li ser wan dibe. Em vê mîna problemeke sereke dibînin.

Dewleta Îranê çareseriya pirsa Kurd taloq dike. Di mijara gavavêtinê de Îran ne hazir e, pêşiya çareseriyê digire, weke ku problem nebe tevdigere.”

Destwerdana hêzên derve ne çareserî ye

Li ser îhtîmala ku hêzên derve mudahele li Îranê bikin Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya got: “Bi ya me ya girîng ew e ku pirsgirêk çawa têne pênasekirin. Li Îranê pirsgirêka azadiyê, pirsgirêkên gel, ên demokrasiyê pir zêde ne. Îran divê êdî biguhere. Pergala berdest ber bi hilweşînê ve diçe. Ji bo vê jî dewlet li ser bingeha xeta 3’yan bi hêza gel, bi muxatabên xwe re divê diyalogê deyne. Hin dibêjin wê bi destwerdana derve pirsgirêk çareser bibin lê ev nirxandin hem di hêla siyasî û hem di hêla civakî de ne nirxandinên rast in. Meseleya Îranê bi deswerdana hêzên derve çareser nabin. Pirsgirêk bi dînamîkên navxwe û hêza potansiyel a civakê çareser dibe. Lê helbet Îran divê biguhere, mecbûrî vê ye, ji guherînê pê ve rêyek tine. Lê çareseriyeke ku ji derve tê hêvîkrin jixwe ji hêla hêzên kapîtalîst ve tê çêkirin. Tê xwestin ku têgiştineke wiha were çêkirin û gelên herêmê hewceyî xwe bikin. Lê çareseriya rastî wiha pêk anye, berovajî deswerdanên hêzên derve wê pirsgirêkan girantir bike.”

QENDÎL