Piştî darbeya Meclîsa Tirk li dijî vîna gelan û nexasim jî vîna gelê Kurd, HDP li Kurdistan û Tirkiyeyê kete nava tevgerê da ku li ber vê darbeyê bi gel re bibe bend. Rêxistin û nûneriyên HDP´ê yên li derveyî Tirkiyeyê jî zend û bend badan û hewl didin hem nerazîbûna gelê Kurd, hem ya rêxistinên civaka sivîl û hem jî ya hikûmetên Ewrûpî û saziyên navneteweyî bi rêxistin bikin da ku li ber "dîktatoriya ala Turka" bisekinin.


Seferberiya piştgiriya HDP´ê

Li ser mijarê em bi nûnerê HDP´ê yê Ewrûpayê Eyup Doru re peyivîn. Doru îşaret pê kir ku ew dixwazin xebatên xwe di vê biwarê de weke kampanyayeke li ser sê lingan bi rê ve bibin û weha peyivî: "Lingê pêşî wê bibe destekwergirtina ji Yekîtiya Ewrûpa (YE), parleman û hikûmetên cihê, lingê diduyê wê bibe organîzekirina heyetên ku biçin Tirkiye û Kurdistanê û rewşê li cihê cih bişopînin, û lingê sêyem jî wê bibe dan minaqeşekirina mijarê li Neteweyên Yekbûyî (NY). Em dixwazin li ser van her sê lingan seferberiyeke piştgiriyê bi rêxistin bikin ku wê destekê bide berxwedana gel a li Tirkiye û Kurdistanê."


Tirkiye îzole dibe

Doru bi bîr xist ku wan ji NY´yê re ji ber lidarxistina Civîna Bilind a Insanî li Stenbolê jî nameyek şandiye, û ew ê her weha protestoyên li Ewrûpa û li çar parçeyên Kurdistanê jî bi rêxistin bikin. Li ser pirsa ka gelo YE û welatên wê yên endam ku di mijara penaberan de bi Tirkiyeyê ve hatine girêdan karin tesîreke çawa bikin jî Doru got, "ew xwe bi wan ve girênadin û di seferberkirina protestoyê de ew ê giraniyê bidin rêxistinên derveyî hikûmetan û wan jî li kampanyayê zêde bikin."

Li ser mijarê Doru bi îhtîmam îşaret bi bêdawî nebûna derfetên Tirkiyeyê kir û weha peyivî: "Ji ber bazara li ser penaberan hin derfetên Tirkiyeyê hene, lê bê sînor nînin. Têkiliyên wê û DYE´yê, yên wê û Rûsyayê û yên wê û Ewrûpayê ne baş in; Tirkiye ber bi îzolasyonê ve diçe. Tenê bazara li ser penaberan heye ku xwe pê girtiye. Lê her kes dibîne ku dîktatoriyeke ala Turka bi pêş dikeve."


Civîna bilind a Insanî

Doru îşaret bi Civîna bilind a Insanî a li Stenbolê jî kir û got, wan nameyeke li ser civînê ji NY re şandiye û tê de îşaret bi rewşa heyî û şaşiya beriyara mekanê civînê kiriye. Di metna vê nameyê de HDP behsa berpirsiyraiya Erdogan dike di rewşa krîza insanî ya heyî de û dibêje wî pêvajoya çareseriyê jî li Tirkiyeyî bi dawî kir û mîmarê komkujî û wehşetên li herêmên Kurdan jî ew e, ji ber vê yekê li Stenbolê lidarxistina civînê dikare ji bo sergirtina van komkujî û wehşetan were bikaranîn.

 

Çareserî dînamîka li Tirkiyeyê ye

Nûnerê HDP´ê li Ewrûpayê Eyup Doru wekî din got, zexta ku li derve pêk were ne esasê meseleyê ye, esasê meseleyê û çareseriyê ji bo wan ew e ku "Li Tirkiyeyê gel bi înîsiyastîfa xwe rabin û vê darbeyê pûç û betal bikin. Bi înîsiyatîfeke ji nava Tirkiyeyê em dikarin li dijî dîktatoriyê li ber xwe bidin û wê têk bibin."



LUQMAN GULDIVÊ