Hevserokê Giştî yê Partiya, Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, doh di civîna koma partiya xwe de bal kişand ser tecrîta li ser Ocalan û got: “Aştî îro di bin tecrîtê de ye. Em carek din dibêjin; an hûnê li ser maseyê rûnin, an jî hûnê şer bidomînin. Werin li ser vê maseyê rûnin. Em ji bo piştgiriyê amade ne.” Wekî din Sezaî Temellî diyar kir ku piştî demeke kurt ew ê qeyûman ji vê axê derxînin. HDP, doh civîna koma xwe ya heftane çêkir. Rêveberên Enstîtuya Kurdî a Stenbolê ya bi KHK’ê hat girtin, dayika nûçegihana Ajansa Mezopotamaya Seda Taşkin a girtî Fatma Taşkin, rêveberiya Komeleya Ebaxê ya Wanê, rêveberên HDP’ê yên Edene û Enqerê, rêberên Komeleya Mirinên bi Guman ên Qişleyên Leşkerî beşdarî civînê bûn. Em ê van qeyûman bavêjin Hevserokê HDP Sezaî Temellî, di civînê de axivî û behsa gengeşiya di navbera AKP û MHP’ê dekir:”Pev ketin. Em ê van bavêjin sergoya faşîzmê. Di demek nêz de em ê van qeyûman bavêjin. Ji xwe pev ketin. Bi bazariyên ji gel qût, nikarin pirsgirêkên gel çareser bikin. Bêguman dê aştî û demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikevin. HDP dê vê aştiyê li Tirkiyeyê pêş bixe.” 259 mûxtar ji kar avêtin  Temellî, behsa ji kar avêtina mûxtarên Kurd û welatparêz kir û derheqa vê de wiha peyivî: “ Bi hinceta ‘têkiliya wan bi rêxistinên terorê heye´ li Kurdistanê mûxtar ji kar avêtin. Tenê hefteya çûyî 259 mûxtar ji kar avêtin. Gelo kîjan mûxtar ji kar avêtin. Bêguman mûxtarên Kurd ji kar avêtin. Mûxtarên ji bo aştiyê li ber xwe didin ji kar avêtin. Ev feraset cudakariyê dike û sûcê kîn û nefretê ye. Ev hewl didin mirovan bikin dijminên hev.”   Ma nasnameya wan tuneye? Temelli, anî ziman ku ji miftiyên herêmê re dibêjin, herêmê vale nehêlin û wiha pê de çû: “Ma gelo li van deran miftî tunene? Ma bila bi zimanê xwe ibadet nekin? Ma nasnameya wan tuneye. Li dijî wan em ê tim bi zimanê xwe îbadetê bikin û emê tu carî dev ji vê înada xwe bernedin. Erdogan li Moldovayê got ‘Ez li dijî nijatperestiya çandê me.’ Gelo tu dikarî vê li Amedê jî bêjî? Tenê dikare TOMA’yan bike xelat.” Tecrîtê bi dawî bikin Her wiha Temellî, behsa tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û wiha axivî: “Heya tecrîta li ser Ocalan bi dawî nebe, li vî welatî ne pêkane ku aştî pêş bikeve. Me ev rastî dît. An hûnê li ser masê rûnin, an jî hûnê şer berdewam bikin. Divê hûn bi mûxataban re rûnin. Em amaden bibin navbeyn kar û piştgiriyê bidin. Werin em bi hevre vê tecrîtê bi dawî bikin.” ENQERE