Zarokên Kampa Waşûkanî bi hînbûna stranan jî roja xwe derbas dikin. Nêvîn û Ahîn ên ji Serêkaniyê dibêjin, “Em dixwazin cîhan dengê me bibihîze û bi êşa gelê me zanibe.”

Şer bandoreke mezin li ser zarokên Rojava dike. Du zarokên 12 salî ên ku ji 6 mehan zêdetir e ji navçeya Zirganê ji ber êriş û topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê koç kirine, niha li Kampa Waşûkanî dimînin. Ew xwe hînî stranan dikin. Di her kampê de bi sedan zarok hene û di dilê her zarokê de jî çîrokek heye. Di gera me ya di nava kampê de em rastî du zarokên keç ên nazik, rûken û bi hêvî hatin. Her du zarok bi hev re hînî stranan dibin û hev perwerde jî dikin.

Şerma zarok vediguherîne hêzê

Nêvîn Xabûr a 12 salî ku Êzîdî ye, ji gundekî Serêkaniyê ye. Ew li ser hînbûna stranan dibêje, “Ev bûye 5 sal ku ez stranan dibêjim. Li vir ez hevalên xwe yên kampê jî hînî stranan dikim. Ji bo ku em bi hev re di warê stran û hûnera Kurdî de bi pêş bikevin. Stranên min bi pirranî li ser şoreşa Rojava û şehîdan in. Di her straneke min de nameyek heye. Mirov çi qasî dildar be ewqasî zû fêrî stranan bibe. Dema ku zarokan hîn dikim, hinekî şerm dikin.  Ez hewl didim ku şerma van zarokan veguherînim hêzê.”

Ji bo ku xelk jî fêm bike

Nêvîn dibêje, ew bi 3 zimanan stranan dibêje, “Min bi Kurdî û Erebî distirand, lê min xwest ku kesên li derve jî bi êşa me û berxwedana me fêm bikin. Ji bo wê min bi zimanê Ingilîzî jî strand. Armanca min ew e ku dengê min li tevahî cîhanê belav bibe. Stranên min ên bi Ingilîzî berxwedana me ya Serêkaniyê, windakirina zaroktiya me û dûrketina ji hevalên min vedibêje.”

Em ê bibin dengbêjên mezin

Zaroka bi navê Ahîn Mehmûd jî balê dibe ser dengbêjiyê, vegera ser axa xwe û dibêje, “Daxwaza min û zarokan hemûyan vegera war û fêrbûna zimanê dayikê ye. Çiqas dagirker rê li ber me bigrin, em ê vegerin û dîsa kolanên Serêkaniyê wê bi ken û lîstikên me zindî bibin. Ez strana ‘Em ê biçin heval’ diyarî hemû şehîdên azadiyê dikim. Di aliyê deng de zehmetiyan dikşînim, lê ez û hevala xwe Nêvîn rojane xwe perwerde dikin. Ya ku herî zêde piştgiriya min jî dike hevala min Nêvîn e. Em bi hêvî ne ku em bibin dengbêjin mezin.”

 

 JINNEWS/  HESEKÊ