
Fermandarê Giştî yê hêzên YPG´ê Sîpan Hemo bersiv da pirsên rojnameya me. Di bersivên wî de tiştên derketin pêş e ew in ku hedefên wan hene, ew li gorî proje û hedefên xwe tevdigerin û tiştekî tebîî ye ku hêzên dijber ji ber serktetinên wan nereht bibin.
Ji bo nerehetiya li bereya rejîm, Rûsya û hêzên li derdora wê, ya ji serketina hêzên YPG, QSD û Koalîsyona Navneteweyî, Sîpan Hemo dibêje, "Li hemberî van pêşketin û serketinên QSD´ê ên hevpar bi hêzên koalîsyonê re, li Reqayê û li deverên din; helbet ev bloka din wê aciz bibe. Ango tiştekî mirov fêm neke tine. Ew ê nerehet bibin û jixwe nerehet dibin jî. Ji ber vê yekê dibe ku zemînekî ji Tirkiyeyê re ava bikin ji bo ku Rojava dagir bike, ev nirxandineke rast e. Tesbîtên derveyî vê jixwe ne rast in. Bûyer û serketinên çê dibin bi derdorên din re, ango ew ên ku li dora Rûsyayê kombûyî, aciz dike, wan nerehet dike."
Em li gorî projeyên xwe kar dikin
Di çarçoveya azadkirina Rojava de
Sîpan Hemo bi îhtîmam îşaret bi proje û hedefên xwe dike û li ser mijarê nirxandina xwe wiha dewam dike: "Lê belê mesela me ne ew e ka ev hêz çawa li hev dinihêrin yan jî çawa li hev nanihêrin. Li Rojava û ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê hamleyên me diyar in. Em li gorî projeyên xwe kar dikin. Ango ji nihêrîna li meseleyê ya Rûsya û Emerîkayê û wêde, em dixwazin li gorî projeyên xwe û hamleyên xwe tevbigerin. Lewra tiştên me, planên me, hedefên me ji bo me esas in. Herçî hêzên navneteweyî ne, em hewl didin di çarçoveya azadkirina Rojava û demokratîkkirina Sûriyê de di nava hevkariyekê de bin. Helbet em dixwazin ku dewletên mezin ên wekî Rûsya û Emerîkayê jî li me negirin."
Em ê bibin bingeha demokratîkkirina Sûriyê
Li ser serktetina pêngava Reqayê de jî Sîpan Hemo îşaret bi girîngiya wê ji bo tevahiya Sûriyeyê dike û dibêje, "Ew ê ji bona hemû Sûriyeyê bibe pêngaveke teze, pêngaveke pîroz. Ji bo demokratîkkirina Sûriyê jî wê bibe bigeheke esasî. Em jixwe, ji pêvajoya Minbicê û vir ve di heman fikrê de ne. Şerê me li dijî terorîzmê wê dewam bike, li her deverî wê dewam bike. Hedef jî diyar e, ne ku em ê bibin parçeyek, em ê bibin bingeha demokratîkkirina Sûriyê. Hedefa me ev e."
Efrîn wê Şoreşê bi ser bixîne
Li ser rewşa Efrînê û êrîşeke muhtemel a dewleta Tirk û çeteyên ser bi wê, Fermandarê Giştî yê YPG´ê Sîpan Hemo dibêje, "Efrîn demeke dirêj e ku di nava şerekî de ye, di nava dorpêçekê de ye. Hema hema ji sala 2012´an ve timî di nava şerekî de ye. Di nava vî şerê dirêj de yekîneyên me her tim parastina wê kirine û serketinên bi rûmet bi dest anîne. Bi şêwazekî tebîî ev hêz wê hişyar be, bicihbûna wê jî wê baş be. Û ew ê ji bo hemû êrîşan amade be. Gelê Efrînê jî fedakar û qehreman e. Çiqas tengasî, ambargo û zehmetî çêbûn, dikarî li dijî wan, bibe xwedî sekneke bi rûmet. Em bawer dikin, niha jî êrîşek çêbe, ew ê dîsa bibe xwedî helwêsteke pîroz, û li kêleka yekîneyên xwe bigihîje hev, bi wî rengî ku hemû êrîşên dijminan pûç bike ku pêvajoya Şoreşa Rojava bi pêngava herî bi rûmet bi ser bixîne. Efrîn wê hem ji bo parastina xwe û helbet ji bo azadkirina Şehbayê bi roleke pirr girîng rabe. Rewşa hêzan bi xwe bi giştî baş e, lê em nikarin hûrgiliyan bi we re parve bikin. Bi her halî amadekariyên wê jî di asta jor de baş in.
Çeteyên Tirk fîilî şerê Rojava dikin
Di dawiyê de Fermandarê Giştî yê YPG´ê Sîpan Hemo îşaret bi bicihbûna dewleta Tirk li herêma Şehbayê dike û dibêje, "Ji roja dagirkirina Cerablûsê heta Exterîn, ji Exterîn heta Babê, artêşa Tirk bi şêwazekî fermî piştgiriya Mertala Firatê kir, ango çeteyên dewleta Tirk li Sûriyê. Van koman ji destpêka şerê li Sûriyê ve girêdayî Îstîxbarata Tirk li Sûriyê destpêkê li dijî dewletê şer kir. Pişre jî fîilî qulibîn û şer li dijî Şoreşa Rojava û gelê Kurd dan meşandin. Ji hingê ve di xeta Ezaz û Şehbayê de timî zêde hêzên xwe kom kirin. Aniha jî her roj zêdetir dibe ev hêza wan.
Korîdora Tirk heta bi Idlîbê
Dewleta Tirk dixwaze li wê herêmê karibe mîsyonekê bide avakirin. Yanî ji xeta Cerablûsê, heta Şehba û Babê û ji wir êdî ber bi Rojava ve operasyonê bike, û bi Idlîbê re van deveran bike yek. Li wê herêmê hemûyî karibe otorîteyekê ava bike. Ev otorîte fermî wê weke çeteyên wê diyar bibin, lê belê di fîiliyatê de jî dewleta Tirk bi xwe wê tê de cih bigire. Li ser vê, ew ê li dijî Şoreşa Rojava bixwaze tesfiyekirinekê li xeta Efrînê bi ser bixe. Di heman demê de ew dixwaze di siyaseta giştî ya Sûrî ya siberojê de jî giraniyeke xwe bide avakirin. Jixwe, eşkere dibêjin, ji xeta Cerablûs û Minbicê heta bi Idlibê, li wir em ê herêmekê ava bikin. Berê planên wan li ser Helebê jî hebûn, lê belê piştî ku tifaqa wan û Rûsan der barê Helebê de çêbû, Heleb ji vê projeyê derket û niha dixwazin korîdorekê ji xeta Şehba heta Idlîbê, ber bi Rojava ve bidin çêkirin. Îhtîmal e di dema pêş de hin êrîşên wê li dijî Şehba û Efrînê hem ji milê Ezazê ve û hem jî ji milê Idlîbê ve çêbin. Ji bo ku karibe quwetên me lawaz bike û ji bo xwe korîdorekê bide avakirin, ji Cerablûs heta Idlîbê kontrolekê çêke. Hedef ev e û rojane esker kom dikin, rojane zêdekirina hêzan heye. Ev ê di rojên pêş de biqulibe çi, em dişopînin. Carinan êrîşên wan çêdibin, em bersivê didin. Carinan şer li dijî hev jî çêdibe. Heta niha guhertineke cidî ya li cihê cih tineye. Van hêzan nekarî encamê bigirin. Berxwedana YPG û YPJ´ê ew timî şikandin. Berevajî vê, yekîneyên me encamên erênî bi dest xistin."
Em tifaqên bi Tirkan re nas nakin
Fermandarê Giştî yê YPG´ê Sîpan Hemo hedefa xwe li herêmê wekî qebûlnekirina dagirkeriya dewleta Tirk îfade dike û wiha dawiyê li gotinên xwe tîne: "Tevî ku hin tifaqên wan ên navneteweyî çêbûne, hin derfetên wan çêbûn; em wan tifaqan jî nas nakin. Di xeta Ezaz û Cerablûsê de her tim hesabê me yê rizgarkirina vê herêmê wê hebe, têkoşîna me wê hebe. Di serî de li dijî Rojava û li dijî Sûriyê ye, dewleta Tirk bi ti şêwazî, fermî li vê herêmê cih negirtiye. Bi her rengî dagirker e, ev der dagir kiriye. Hedefa wê jî diyar e, dixwaze Şoreşa Rojava asteng bike û wê bi paş ve bibe.
EFRÎN