Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî Efrînê ku ji hêla delweta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û berxwedana wan a li dijî dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“Sala 2018’an dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bajarê Efrînê dagir kir. Li hemberî vê dagirkeriyê wek Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên me yên bibandor ên bersivdayînê dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker ku şeklê rojanekirî yê DAIŞ’ê ye, li Rojavayê Kurdistanê êriş kir û li ser wan axan her cure sûcên mirovahiyê wekî qetlîam, guhertina demografiyê dike û didomîne.
Azadiya Efrînê erka me ye
Wek Hêzên Rizgariya Efrînê îro, em hêviya vê axê ne û em ê hêvî û baweriyên wê bi cih bînin, xwîna gelê me û axa me xeta sor e û tu car nayê jibîrkirin.
Pêwîst e ku ev yek baş bê zanîn; em ne hezkiriyên şer in, lê dagirkirina welatê me her tim sedema şer û tolhildanê ye. Dijminê gelê me ji bilî şer ji ti tiştî fehm nake. Tecrubeya me ya du salên dawî ya berxwedanê li hember dagirkeran têrê dike ku em derbên giran li dagirkeran bixin û wî ji axa xwe ya pîroz derxin û ala azadiyê li Çiyayê Kurmênc bilind bikin.
Pêwîst e ku dost û dijmin her kes bizane ku azadiya Efrînê erka me ya pîroz û sereke ye û di demeke ne dûr de dê pêk were. Êş û azarên ku gelê me bi destê dagirkerên Tirk dîtin, wê bibe gogeke agir û refên dijmin bişewitîne û tine bike.
Azadî nêzîk e
Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku sekneke neteweyî nîşan bidin û tev li Berxwedana Serdemê bibin. Di rewşên berxwedanê de cîhê ciwanan nava refên me ye. Azadî nêzîk e û bila her kes di afirandina wê de cihê xwe yê birûmet bigire. Di heman demê de em bang li gelê xwe yê hundirê Efrînê û derveyî wê dikin ku bawerî û hêviya xwe ya azadiyê zindî û bi hêz bikin. Îro lehengên me bi xwîna xwe gavên girîng ber bi azadiyê ve diavêjin û serkeftinê diafirînin. Her wiha em bang li kesên ku destê xwe da destê dagirkeran û ziyan gihand gelê me, dikin ku ji vê kêliyê û şûn ve li namûs û rûmeta ku axa Efrînê daye wan, vegerin û ji dagirkeran dûr bikevin. Temenê dagirkeran kin e û dema têk biçin dê tu kesî li pey xwe neparêzin.”
ANHA/EFRÎN