Li Rojava şehîdên 18´ê Gulanê bi çalakiyan hatin bîranîn, di çalakiyan de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Li Rojavayê Kurdistanê şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê û Dêrikê yên Kantona Cizîrê bi minasebeta 18’ê Gulanê şehîdên azadiyê bibîr anîn.

18´ê Gulanê di tarîxa Kurdistanê de cihekî girîng digire. Vê rojê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK´ê Hakî Karer li Dîlokê, di zindana Amedê de li hemberî zilma dagirkeran Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik û şoreşgerê înternasyonalîst Îbrahîm Kaypakkaya jî li Amedê di bin êşkenceya faşîstan de şehîd bûbûn.

18’ê Gulanê Roja Şehîdan, li Rojavayê Kurdistanê li gelek navendan çalakiya bîranînê hatin lidarxistin.    

Meclîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo li goristana Şehîdan a Delîl Sarûxan, merasîmek li dar xist. Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî di nav de bi sedan malbatên şehîdan û şervanên YPG, YPJ û QSD’ê jî beşdarî merasîmê bûn.

Çirûska 41 sal berê îro bûye agir

Endamê Melcîsa Malbatên Şehîdan Fedekar Qamişlo axivî û got ku ev 41 sal di ser berxwedana fermandar û tekoşer Hakî Karer û hevalên wî re derbas bûye û wiha peyivî: “Tekoşer Hakî Karer û hevalên xwe ji bo azadiya gelê Kurd û xelaskirina wan ji dagirkeran, serî hildan û tekoşîn dane meşandin.”

Di merasîmê de her wiha Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî axivî û soz da ku ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê ew ê riya şehîdan heta dawî bişopînin.

Li Tirbespiyê jî bîranîna şehîdan

Li navçeya Tirbespiyê jî bi dehan welatiyên navçeyê û şervanên YPG/YPJ bi heman armancê li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê merasîm lidar xistin.

Li wir Endamê Fermandariya YPG’ê Amed Ararat, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî û Endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê axivîn. Di axaftinan de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn  û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Soza şopandina riya şehîdan

Li Dêrikê jî ji bo şehîdan li goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de Endamê Rêveber ê YPG Wehab Serxwebûn axivî û got: “Şehîdên me ji bo di rêza yekem de ne, em soz didin ku em ê heta dawî şopdarên riya şehîdên xwe bin.”

Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Dêrik jî axivî û got ku li ser xaka Bakurê Sûriyê hêza gelê herêmê mezin bûye û wiha peyivî: “Bi tekoşîna gelê herêmê û berxwedana hatiye meşandin, gelê herêmê destkeftiyên mezin bi dest xistine.” Piştî axaftin bi dawî bûn, girseya gel gul danîn ser gorên şehîdan.

 NAVENDA NÛÇEYAN