Tuncel bilêv kir ku di pêvajoyekî asayî de derbas nabin li welatekî ku bi OHAL û KHK’an ve tê rêvebirin dijîn. Û wiha berdewam kir: “Em ji Colemêrgê tên. Li cihê ku 4 welatiyên me hatin qetilkirin em bi şahidê bûyerê re axivîn. Hê ev bûyer nehatibû ronîkirin madeyek teqiya û zarokekî jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn. Ev rewşa Tirkiyeyê bi awayekî zelal nîşan dide.”
‘Xebatên me berdewam kir’
Tuncel wiha domand, ”Par û îsal 2 hezar û 500 kes hatin girtin. Li gel vê yekê jî me wekî DBP’ê cihê wan vala nehîşt. Xebatên me berdewamin. Me berxwedaneke demokratîk nîşan da. Ger dihizirin ku dê bi van operasyonan DBP dest ji têkoşîna xwe berde bila vê ji mejiyê xwe derxînin. Em ê şûna her hevalekê tijî bikin.”