MUNZUR DERSÎM / ROJNEWS / HEWLÊR

Çalakiya greva birçîbûnê ya Endamê Meclîsa HDP’ê, Nasir Yagiz ku ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, 157 roj li pey xwe hiştin. Herçendî ku rewşa tendirûstiya Yagiz gelekî xirab e jî Nasir got, “Ez di çalakiya xwe de bi israr im û ez ê heta serketinê berxwedana xwe bidomînim.”

Her roja ku diçe, rewşa siheta wî nexweştir bibe jî, peyama wî ‘Em ê Berxwedanê mezin bikin, tecrîdê bişikînin’ e.

Nasir Yagiz têkildarî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rewşa xwe ya tendirûstî ji me re axivî.

‘Em ê berxwdana xwe bigihînin serketinê’

Nasir Yagiz êrişa dewleta Tirk li dijî dayikên Kurd şermezar kir û got, “Her roja diçe, dijminê me yê faşist tecrîda li ser Rêbertiya me girantir dike, lê belê em jî dibêjin, her çendî ev tecrîd giran bibe em ê berxwedana xwe dewam bikin û heta serketinê em ê bidomînin. Çendî siheta min nexweş be jî ez di çalakiya xwe de bi israr im û ez ê heta serketinê berxwedana xwe bidomînim.”

Nasir Yagiz bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Çalakiyên li girtîgehên Bakur û Tirkiye ku ji 1’ê Adarê ve ji bo tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertiyê hatine destpêkirin, her çendî di bin zordariyê de bin jî, hêzeke pirr mezin dide me, ew çalakî ji bo me hêzek in, ji ber ku ew mîrasên Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Akîfan tînin cih û rêya wan dewam dikin.”

Her derî bikin meydana serhildanê

Nasir Yagiz bang li tevahî gelê Kurd û ciwanên Kurd kir û got: “Divê êdî kes bêdeng nemîne û ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê dengê xwe bike. Banga min ji bo ciwanên Kurd jî heye, ji bo ku tecrîd bê şikandin divê çalakiyan li dar bixin û divê her derê bikin meydana serhildanê. Di heman deme de ez bang li tevahî saziyên Navneteweyî jî dikim da ku xwedî li vî dengî derkevin û erkê xwe bi cih bînin. Divê CPT jî erkê xwe yê mirovane pêk bîne.”