Komîteya Rêveber a PKK’ê, ji fermandarên gerîla yê efsanewî Mehmet Karasûngûr ku 2’ê Gulana 1983’an şehîd bûyî û hevrêyên wî bi bîr anîn.

PKK´ê got, “2’ê Gulana 1983’an li Qendîlê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya me û fermandarê nemir ê berxwedanên Hîlwan û Sêweregê, hevrê Mehmet Karasûngûr û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Îbrahîm Bîlgîn, di şerê YNK-Partiya Komunîst de di encama êrişa YNK’ê de şehîd bûbûn. Di ser re sih û şeş sal derbas bûn. 2’ê Gulana 2016’an li Amedê, Fermandarên Qada Navendî ya HPG’ê û kadroyên pêşeng û milîtanên hêja yên PKK’ê Azad Sîser û Çektar Amed şehîd bûn. Di ser van şehadetan re jî sê sal derbas bûn. Di salvegera sih û şeşemîn a şehadeta wan de em hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, di salvegera sêyemîn a şehadeta wan de hevrê Azad Sîser û Çektar Amed, di şexsê wan de jî şehîdên partiyê û têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.

Ji bo Têkoşîna Azadiyê û gelê Kurdistanê 18’ê Gulana 1977’an roja şehîdbûna hevrê Hakî Karer, Roja Şehîdan, meha Gulanê jî Meha Şehîdan e. Bi vî rengî, em; gel û tevger di sala çil û sêyemîn a Roja Şehîdan û Meha Şehîdan de ne. Li ser vê bingehê, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku di şexsê hevrê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser û Çektar Amed de şehîdên me yên leheng hemûyan bi bîr bînin, rast û bi têrkerî fêhm bikin û li ser şopa wan xurttir û biryardartir bimeşin.

Em; gel û tevger, 2’ê Gulanê û Meha Şehîdan a sala 2019’an bi pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ pêşwazî dikin ku bi pêşengiya Leyla Guven li dora Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Mezin bi rê ve diçe. Bêguman ev pêngava me ya mezin a azadiyê bi pêşengiya rastiya Rêbertî û Şehîdan pêk tê. Em bi vî rengî hewl didin xeta xwe ya Rêbertiyê bixin meriyetê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.

Em xwedî li banga dayikan derdikevin

15 hevrêyên girtî yên PKK û PAJK’î ku li dijî êrişkariya hovane pênc meh in li zindanan di greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger de ne, 30’ê Nîsanê berxwedana xwe veguherandin rojiya mirinê ya dîrokî. Em; gelê welatparêz, jin û ciwanên şoreşger û hêzên demokratîk li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi lehengî li ber xwe didin. Hêzên me yên gerîla yên leheng jî tola êrişên faşîst hemûyan hiltînin û hesab ji êrişkariya faşîst dipirsin. Destên ku dirêjî dayikên me yên welatparêz dibin yek bi yek dişikînin. Ji bo biserxistina Berxwedana Rojiya Mirinê ya Dîrokî ya li zindanan em xwedî li banga seferberiyê ya dayikên Kurd derdikevin û li ser vê bingehê bang li hêzên antî-faşîst hemûyan dikin ku rabin ser piyan û çalakiyan bikin.”

 

ANF / BEHDÎNAN