
Malbatên ji Idlibê yên li kantona Şehbayê komîna xwe bi navê “Welîd Şehîd Henkemûş” ava kirî, got, piştî bajarê wan rizgar bibin, ew ê vê tecrûbeyê bibin bajarên xwe jî.
Rêveberiya herêmên Şehbayê bi armanca rêxistinkirina koçberên herêma Idlibê yên ku ji ber kiryarên çeteyan xwe spartine herêmên Şehbayê, 22‘ê Îlonê li herêma Til Rifet ku hejmara zêde ji malbatên Idlibê li wir bi cih bûne, yekemîn komîn bi navê "Şehîd Welîd Henkemûş" ava kir.
Welatiyan, hevserok û 27 endamên kominê hilbiijartin û komîteyên Çand, Perwerde, Jin, Ciwan, Parastin, Xizmetguzarî, Aborî, Lihevanîn û Tendirustiyê ava kirin.
Derbarê mijarê de, Hevserokê Kominê, Hesen Hemîd diyar kir ku ew ê bi van komînan xwe bi rêve bibin û ji bo bipêşxisitn û avakirina nifşekî demokratîk û azad tevbigerin.
Hemîd anî ziman ku komin bingeha sereke ya yekîtiya civakê ye û got, “komin bingeha sereke ya sîstema fedaraliya demokratîk e û yekîtiya çand, civak, aborî û wekî din e. Komin sîstemeke demokratîk e, bi vê sîstemê wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de çêdibe."
Hevseroka kominê, Amne Beylûn li ser heman mijarê got, “Em di nava kominan de xwe bi rêxistina dikin. Komin rê li pêşiya jinan vedike ku hêza wê, kesayeta wî ya azad were xuyakirin."
Amne destnîşan kir ku piştî bajarê wan Idlib ji çeteyan rizgar bibe, ew ê tecrûbeya kominan bibin herêmê û welatiyan li gorî vê sîstemê bi rêxistin bikin.
Endama kominê Elya Hemco bang li şêniyên bajarê Idlibê kir da ku xwedî li fikrê demokratîk derkevin û vê tecrûbeyê bikin bingeha xebatên xwe. Elya Hemco anî ziman ku projeyên wan ji bo bipêşxistina aborî û perwerdekirina jinan hene.
Ji herêma Idlibê 100 malbatî ji ber kiryarên çeteyan xwe spartine kantona Şehbayê.
ANHA / ŞEHBA