Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir, Tirkiye naxwaze PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe, lê ew ê nebin temaşekerê vê rewşê. Karayilan got, “Mûsil di dîrokê de jî girîng bû, îro jî girîng e. Di demeke bi vî rengî ya girîng de, diviyabû em Kurd bibûna yek. Hem li dijî rewşa li herêmê, hem jî di operasyona Mûsilê de diviyabû em Kurd bi hev re tevbigeriyan.”

Mûrat Karayilan bibîr xist, ku hêzên nepêkan bû li hev rûnên, îro hatine cem hev û got, “Êdî şerm e ku Kurd xwe bispêrin per û baskên hêzên mêtînger. Şert e ku Kurd bi perspektîfa neteweyî nêzî pirsgirêkan bibin. Lazim e Kurd xwedî rojeveke hevpar bin. Ji ber ku mijar meseleya man û nemanê ye.”

Temsîla xeta demokratik azadîparêz

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn, ku divê Kurd li Mûsilê xwedî gotinê bin û ev nirxandin kir: “Lazim e Kurd di nava rêveberiya Mûsilê de cih bigirin. Ji bo ewlekariya gelê me yê li Şengal û Mûsilê dijî, ji bo ewlekariya Asûrî-Suryaniyan û hemû gelan, pêwîste Kurd li vir xwedî însiyatîf bin. Divê li vê derê rêveberiyeke demokratîk a ku hemû gel di nav de cih digirin, bê avakirin.  Lazim e li herêmê pêşengiyê ji têkoşîna demokrasiyê re bikin. Ne lazim e ku Kurd biçin bikevin bin baskên Erdogan an jî Îranê. Ev şaş e.”

Karayilan destnîşan kir, ku ji bo avakirina yekîtiya Kurdan hê ne dereng e û got, “Hê pêkane ku hin tişt bên sererastkirin. “

Operasyon wê demdirêj be

Li ser rêveçûna operasyona Mûsilê jî Karayilan got, “Hê ne diyar e bê DAIŞ li Mûsilê li ber xwe bide yan na. Eger DAIŞ li ber xwe bide, wê bi mehan dewam bike. Lê belê pirsgirêkên li herêmê mezintir û kûrtir in. Ev şer wê hê dewam bike. Mesele ne tenê Mûsil e. Hê Rojava, Sûriye, Reqqa hene. Yanî pirsgirêk û şerê li herêmê wê bidome. Ji ber vê yekê dem hatiye ku Kurd li hev bicivin û polîtîkayeke hevpar bafirînin.”

‘Tola me heye ku em ji DAIŞ’ê hilînin’

Mûrat Karayilan bibîr xist, ku tevgera di destpêkê de li dijî DAŞ’ê şer kir, ew in û got, “Tevgera ku li vê herêmê beriya her kesî li dijî dagirkeriya DAIŞ’ê helwest nîşan da, şer kir û xwîna xwe rijand, tevgera me ye. Hê tola me ya divê ji DAIŞ‘ê bê hilanîn heye. Em dixwazin tola qirkirina Şengalê hilînin. Keç û jinên Kurd hê jî li Mûsilê mîna koleyan tên girtin. Em di nava helwesteke exlaqî û neteweyî de ne. Lê ev hêzên ku niha rabûne dibêjin ‘Em ê li Mûsilê vî tiştî bikin, wî tiştî bikin’, li pey armancên cuda ne. Şerê wan şerê berjewendî û parvekirinê ye.”

Cîhan hevkariya Tirkiye-DAIŞ dibîne

Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirk naxwaze PKK li dijî DAIŞ’ê şer bike, hewl dide pêşî li vê yekê bigire û got, “Erdogan radibe dibe barebar û dibêje ‘em dixwazin şer bikin’. Lê çima hêzên koalîsyona navneteweyî nabêin ‘Tema were tevlî operasyonê bibe’. Ji ber ku dizanin ku Tirkiye bi DAIŞ‘ê re hevkariyê dike. Lewma nahêlin tevlî operasyonê bibe. Kes ji Erdogan bawer nake. Yek ji kesên ku bû sedem Mûsil radestî DAIŞ’ê bibe, Erdogan e. Bala xwe bidinê; DAIŞ li ku derê tengav dibe, Tirkiye hema yekser dikeve dewrê. Heman rewş li Rojava jî derket holê. Kengî Minbic ji DAIŞ’ê hat paqijkirin, yekser Tirkiyeyê êrîşî Cerablûsê kir.”

Emê li vir bin…

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir, Tirkiye dixwaze li vê herêmê bi cih bibe, li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd xurt bibe û wiha dewam kir: “Lewma dibêje ‘Em tevlî operasyonê bibin, bila PKK tevlî nebe’. Lê hêzên navneteweyî pêşî li van gavên Tirkiyeyê girtin û jê re gotin ‘Na, tu tevlî nabe’. Lê belê, ji bo em bi navê PKK’ê tevlî operasyonê bibin, hê firsendek nehatiye afirandin. Yanî hem pêşî li wan hem jî li me girtin. Lê em ji xwe li wir in, li wir di şer de ne. Yê din ji dûr ve hatiye û dixwaze tevlî bibe. Li Mexmûr, Kerkûk û Şengalê ji xwe me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Em rast nabînin ku niha ji bo xatirê Tirkiyeyê ji me re dibêjin ‘bisekinin’. Şerê me yê li dijî DAIŞ‘ê wê bidome.”

Hevdîtin li ser operasyonê didomin

Karayilan ragihand ku ji wan re hatiye gotin, ‘Tirkiye bûye asteng’ û wiha dewam kir: “Wekî din gotin, ‘PDK jî li pêşiya tevlîbûna we asteng e’. Di lihevkirina navbera rêveberiya Iraqê û PDK’ê de ev mijar hatiye rojevê. Ev mijareke navneteweyî ye. Hevdîtinên me hê jî dewam dikin. Hê duh, (18’ê Cotmehê) hevdîtineke me bi hêzên pêwendîdar re çêbû.”

Em xwedî proje ne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku şerê wan ê li dijî DAIŞ‘ê wê dewam bike: “Em dixwazin li dijî DAIŞ’ê hê bêhtir şer bikin. Min berê jî got; me bi biryara kesî ev şerê li dijî DAIŞ’ê nedane destpêkirin, bi biryara kesî jî em vî şerê xwe nasekinînin. Hedefên ku divê em tine bikin, hene. Em ê li wê derê nebin temaşeker. Mafê kesî nîne ku bêje ‘bila PKK tevlî nebe’. Em amadekariyên xwe didomînin. Ji bo tevlîbûna me zemîn heye. Dixwazim bêjim; em ê di pozîsyoneke aktîf de bin.”

Plan ji bo revandina DAIŞ’ê ye

Karayilan aliyê leşkerî yê operasyona Mûsilê jî nirxand û got, “Ez aliyê leşkerî yê plana operasyona Mûsilê kêm û şaş dibînim. Bi dorpêçkirina Mûsilê re diviyabû DAIŞ bihata tinekirin. Lê belê plana ku niha tê meşandin, ne ji bo tinekirina DAIŞ’ê ye, ji bo revandina DAIŞ‘ê ye. Ez vê yekê bi rengekî vekirî dibêjim. Armanc; ne tinekirina DAIŞ’ê ye. Plan ji bo derxistina DAIŞ‘ê ji Mûsilê ye. Ne planeke baş e ku DAIŞ ji Mûsilê were derxistin û berê wan bidin Rojava û Şengalê. Wekî din, şer hê dest pê nekiriye. Rizgarkirina çend gundan têrê nake. Ez pêşmergeyên şehîd bûne bibîr tînim. Lê belê di vê operasyonê de lazim e taktîk esas were girtin, ne propaganda. Şerê Mûsilê ne niha, wê li navenda bajêr biqewime.” 


AMED DÎCLE / ANF / BEHDÎNAN