Yek ji gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dike, gerîlayê HPG’ê Egîd Zîlan e. Egîd Zîlan biraziyê Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan e.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî ya gerilayên HPG/YJA Starê dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de li qada Lêlikanê ya herêma Bradostê, çalakiyên mezin ên gerîla tên kirin.

Yek ji gerîlayên ku di şerê dijî dagirkeriyê de cih digire Egîd Zîlan e. Egîd Zîlan ji navçeya Erdîş a Wanê ye û biraziyê Musteşarê Rêxistina Îstîxbarta Tirk (MÎT) Hakan Fîdan e. Egîd, sala 2015’an tevlî nava refên HPG’ê bû. Egîd Zîlan mîna Hakan Fîdan li Dibistanên Herêmê yên Qişleyî (YÎBO) ku navendên asîmîlekirina Kurdan e, mezin bû.

Egîd got, “Li YÎBO’yan yên mîna Hakan Fîdan tên perwerdekirin”. Egîd Zîlan li çeperekî eniya şer ê li Xakurê, axivî û got, “Me û zarokên li derdora me bi giranî li YÎBO’yan xwend. Ji ber vê yekê li şûna ku em bi çanda xwe mezin bibin, em bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk mezin bûn. Rêbaza wan asîmîlekirinê jî bi şidetê bû. Ev yek tenê ji bo zarokên Kurd wiha dibû. Şidet li zarokên Tirkan nedikirin. Ji ber ku malbatên wan qebûl nedikirin. Malbatên me ji ber ku digotin ‘yekane rêya bûyina mirovê mezin, xwendin e’ di nava her şert û mercî de israr dikirin ku em bixwînin.”

Qatil mînak nîşan dane

Egîd da xuyakirin ku derdora wî timî Hakan Fîdan mînak nîşan dida û got, “Mîna ku destê Hakan Fîdan di komkujiyên ku her roj tên kirin de nîne, qala wî dikirin. Em Kurd in û Hakan Fîdan jî Kurd dikuştin. Min ti carî ev mînakên ku malbata min didan fêhm nedikirin. Ji bo mirov bibe mirovekî mezin, gelo divê weke Hakan Fîdan xwişk û birayên xwe bikuje?”

Tolhildana ji Hakan Fîdan

Egîd Zîlan got, “Sedema herî girîng a tevlîbûna min a nav refên gerîlayan, ew komkujî ne ku bi destê Hakan Fîdan û Kurdên mîna wî li gelê me dihate kirin” û wiha dewam kir: “Bi Hakan Fîdan re em xizmên hev in. Kalkê min û bavê wî birayê hev in. Yanî ew dibe Apê min. Di nava malbata min de hin kesan Hakan Fîdan red dikir, hinekan jî qebûl dikir.

Min di erdheja ku sala 2011’an de qewimî baştir dît bê dijminatiyeke çawa li dijî Kurdan dikin.”

‘Em di pêngava serketinê de ne’

Egîd Zîlan da xuyakirin artêşa Tirk bi pêşengiya MÎT’ê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êriş dike û li dijî vê yekê şerekî giran tê dayin. Egîd Zîlan got, “Em li dijî dagirkeriyê di vî çeperî de ne. Weke gerîlayên azadiya Kurdistanê, di çarçoveya pêngava xwe ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roj bi roj em bi pêş ve diçin. Me soz da ku em ê teqez bi ser kevin. Di çarçoveya pêngavê de em li dijî dagirkirinê şer dikin. Çalakiyên me yên pêngavê her roj mezintir dibin û nêzî serketinê dibin.”

SARA XWÎNDA / HÊVÎDAR RIZGAR

ANF/XAKURKÊ