KAMÎRAN XUCE/ŞÎLAN MIHEMED/ANHA/MINBIC
Fermandarê Tabûra Şems El-Şîmal a di bin banê Meclîsa Eskerî ya Minbicê de Mihemed Ebû Adil got, hêzên wan wê bajarê Reqayê rizgar bikin û tola Fermandar Ebû Emced, şehîd Feysel Ebû Leyla û hemû şehîdan hilînin.
Ebû Adil û Ebû Emced hevalên hev ên zaroktiyê ne. Heta piştî Şoreşa Sûriyê jî vê hevaltiyê dewam kir û bi hev re di nava tekoşîna li dijî dagirkeran de jî dewam kir. Hevaltiya herdûyan ji dema temenê wan 15 salî bû destpê kir û heta Ebû Emced şehîd bû jî dewam kir.
Ebû Emced zilm qebûl nedikir
Ebû Adil da zanîn ku şehîd Ebû Emced ji zarokatiyê de dema ku ew tengav dibû, ew nediterikand û got, “Ebû Emced zilm qebûl nedikir, pirr aciz dibû dema ku kesekî şaşîtî dikirin, di heman demê de gelekî hestyar bû, dema ku hevalekî xwe ji dest dida, digriya.”
Piştî ku aloziya Sûriyê dest pê kir, Ebû Emced û Ebû Adil nedisekînin, herdu bi hev re tevlî nav refên Tabûrên Şoreşgeran ên ser bi Artêşa Azad bûn.
Ebû Emced û Ebû Adil bi hev re tekoşîna xwe li hemberî zilma rêjîma Baesê dest pê kir û biryara ku bi hevre tekoşîna şoreşgerî dest pê bikin, dan.
Herdu Fermandaran bi hev re li hemle û şerên cûda li herêmên Cewiyê li Helebê û Qisêr man, herduyan şerê çeteyên DAIŞ`ê kir. Ebû Adil û Ebû Emced bi hêzeke mezin di şerê Kobanê, derdorê û heta Minbic û Reqayê de amade bûn.
Tola Ebû Leyla hilanîn
Piştî şehadeta Fermandar Ebû Leyla ya di şerê rizgarkirina Bajarê Minbicê de, Ebû Emced û Ebû Adil soza hilanîna tola Ebû Leyla û rizgarkirina bajarê Minbicê dan, 75 rojan li berxwe dan û bajarê Minbicê rizgarkirin.
Ebû Adil got ku Ebû Emced têkiliyeke xurt bi welatiyên bajarê xwe Minbicê re hebû, şehadeta wî tesîr li şervanên wî ku her dem li rewşa wan dipirsî bûye, bi heman rengî tesîr li bajarê wî Minbicê jî bûye.
Ebû Adil got, çawa ku wan weke Meclîsa Eskerî ya Minbicê tola Fermandar Feysel Ebû Leyla hilanî û bajarê Minbicê rizgar kir, ew ê bi heman rengî tola Fermandar Ebû Emced ji hilînin û bajarê Reqayê bi temamî rizgar bikin. Abû Adil wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hemû hevalên wî soza rizgarkirina bajarê Reqayê dane.ʺ
Ebû Adil di dawiya axaftina xwe de soz da hemû malbatên şehîdên li Minbicê ku ew ê temamê Sûriyê ji terorê rizgar bikin û wiha peyivî: "Em ê bibin mertal ji bo bajarê Minbicê û her herêmeke ku bi fikra demokratîk bawer bike û bi xwîna şehîdan wê azadî û serketin pêk aniye. Em ê serketinan mayînde bikin û tekoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."