Zarokekî şeş an heft salî, ku hên bi xwe jî nizane çend salî ye, li kamerayê mêze dike û bi dengeke bilind wekî ku biqîre/ dibêje; “Kobanê erda me ye, em nadin DAÎŞ’ê, em ê vegerin!..”
Bajarê Kobanê yê Rojava bi berxwedaneke bêhempa ji hovên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Şervanên Kurd (YPG/YPJ) piştî bajêr, niha jî roj bi roj gundên derdora bajêr ji destê DAÎŞ’ê rizgar dikin. Kobaniyên ku derbasî Bakur bûbûn, amadekariya vegerê dikin…
Tu kes nikane vê yekê red bike; Destana Kobanê wê di dîroka Rojhilata Navîn a nû de şûneke taybet û sereke bigire. Ev bajarê biçûk ê ku heta çend mehan an saleke berê, xeynî Kurdan tu kesî nave wê nedizanî, bi berxwedan û serkeftina dîrokî, bû sembola berxwedan, azadî û parastina hemû nirxên mirovahiyê…
Di dîroka xelkên rojavayî de belkî hinek mînakên ku bandor li ser çarenûsa pirr xelkan kirine, hene. Bahsa berxwedana bajarê Stalîngradê ya ku di Şerê Duwemîn ê Cîhanî de pêşveçûna Arteşa Naziyan sekinandiye û bûye sedemê binketina wan, tê kirin. Herwiha bahsa berxwedana Spanyolan a li dijî rejîma Franko ya faşîst û di wê berxwedanê de piştgiriya bi awayekî înternasyonalî tê kirin...
Lê di dîroka xelkên Rojhilata Navîn de bahsa bajarekî ku li hemberî êrîşên hêzeke hov a ku arteşên du sê welatan li pêşiya wan nekaniye bisekine û çend mehan de nîvê axa du welatan xistiye bin kontrola xwe, li berxwe daye, nayê kirin.
Dîroka Rojhilata Navîn ne qala berxwedana bajarekî ku li hemberî êrîşên Skenderê Makedonî, ne ya bajarekî ku li ber êrîşên Cengîz Xan ê Mongolî û ne jî ya yekî ku li ber êrîşên Osmaniyan li ber xwe daye, dike.
Berxwedana Kobanê çîroka qehremaniya bajarekî biçûk a bona parastina hemû nirx, rêzdarî û hêviya azadiyê ya tevahiya mirovahiyê ye. Bona vê yekê ye ku ev çar meh in, çavên tevahiya xelkên li her çar aliyên cîhanê li ser wê bû.
Berxwedana Kobanê, destana mîsogerbûna hebûn, hêz, reng û vîna Kurdan û nîşana girtina deriyên bêstatûyê bona Kurdistaniyan giştan e. Keç û xortên Kurdistanî yên ji her baweriyê û ji her beşên Kurdistanê û dostên wan îspat kirin, ku li Rojhilata Navîn a ku jiber zilma serdestan û nokerên wan bûye wek derya xwînê, bi feraseta ‘Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk’ ve her pirsgirêkên xelkan bikane bê çareserkirin. Herwiha hat îspatkirin, ku Tevgera Azadiyê ya Kurdî bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê hêza pêşeng a bona pergaleke demokratîk, azad, wekhev û adil e!..
Berxwedana Kobanê, di kesayetiya jina Kurd de vejîna jinê ya li Rojhilata Navîn e! Jinên ku li herêmê navên wan nayê bilêvkirin, di jiyana civakî de xuya nabin, bêdeng û bê îrade hatine hiştin, bi berxewdana Kobanê ve şahid bûn ku jin afirinerê jiyana civakî û parazvanê wê ne jî. Tevgera Jina Kurd bi kesayetiya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û bi sembolên wek Arîn Mîrxan îspat kirin, ku jin bi vîna xwe, bi bîrdozê azadiyê him dikanin bi nirxên azadî û wekheviyê jiyana civakî ava bikin û him jî dikanin wê biparêzin!
Berxwedana Kobanê bandora xwe li dîrokê kir, lê ev pêşveçûn û herîkîna rastiya civakî ji îro şûnde jî têkoşînekê divê; bi serê xwe ti destketin pêk nayên. Berxwedan, têkoşîn, avakirin û sazkirina jiyanê û parastina wê karekî her demî ye; da ku derya xwînê bibe wek bihuşta xelkan.
Ji bo her xelkî baxçeyê bihuştê tenê ax, erd û warê wî yê qedîm bi xwe ye. Hemû taybetmendî, reng, deng, hiş, feraset, kesayetî û nirxên civakî yên xelkekî bi jiyana li ser axa wî pêk tên. Wek tê dîtin ku zarokên Kobanê jî fêrî vê rastiyê bûne, ku dibêjin; “Kobanê erda me ye, em ê vegerin!..”