BEDRAN DENÎZ / STRASBOURG

Gerevên birçîbûnê yên li Kurdistan, hepsên Bakurê urdistanê û Tirkiyeyê, li Ewrûpa û deverên din ên dinyayê bi biryardarî dewam dikin. Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û ji bo ku tecrîdkirina Ocalan bê bidawî kirin, li ber Konseya Ewrûpayê çalakiya rûniştinê ya her 5 rojan carekê dor veger jî dewam dike. Beşdarên vê çalakiyê dibêjin, “Em çareyekê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dixwazin û em dixwazin mirov jê re bibin deng”.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêîdem û nedorveger a Hevseroka CDK´ê Leyla Guven di roja 154´an de dewam dike, ya Nasir Yaxiz kete roja 141´ê, ya koma yekê ya li hepsan 115 roj li pey xwe hiştin û kete roja 116´an. Grevvanên li Strasbourgê û Îam Şîş ê li Newportê 115 roj in ku di grevê de ne. Ji bilî van ji 1´ê Adarê ve qederê 7 hezar girtiyên li hepsên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne.

Ji bo balê bikişînin ser çalakiyê û daxwaza çalakgeran a bidawîkirina tecrîdkirina Rêebverê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev hefteya sisêyan e ku li pêşiya Konseya Ewrûpayê (KE) çalakiya rûniştinê tê kirin. Beşdarên çalakiyê dibêjin, “Em çareyekê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dixwazin û em dixwazin mirov jê re bibin deng”.

Mîne Çetînkaya (Ji nûnerên ÎHD´ê yên Swîsreyê): Li hemberî van çalakiyan û grevan ne CPT´êyê û ne jî KE´yê ti rengê hestiyariyê di xwe veneda. Mixabin, tevî ku CPT, esas li dijî êşkence û miameleya xirab hatiye damezirandin jî, ji bo birêz Abdullah Ocalan ê ku ev bi salan e nahêlin bi parêzerên xwe re bipeyive, û hevdîtinên bi malbata wî re tên astengkirin, ti gavê naavêje û xwe li wê yekê kor dike ku Tirkiye pêkanîneke li gorî qanûnên xwe jî nehiqûqî dewam bike. Daxwaza grevvanan divê bê qebûlkirin, tecrîd divê bê rakirin û êdî dawî li mirina mirovan bê. Piştî ku mirov êdî mirin, wê ti maneya tiştên bê kirin jî nemîne. Ji ber wê jî ez bang li her kesî û rêxistinên mafên mirovan dikim ku hestyar bin.

Saadet Kiliç (Hevseroka NCDK a Rennesê): Em ji bo grevên birçîbûnê yên bi pêşengita Leyla Guvenê destpêkirî cewabekê dixwazin. Ev hinde dayik ji bo zarokên xwe serî radikin, dikin hewar. Em çareyekê ji bo vê hewarê dixwazin, em dixwazin mirov jê re bibin deng. Em dibêjin, Êdî bes e. Em dixwazin ku ji Erdogan re bibêjin, êdî bes e. Em doza jiyaneke xweş a bi rûmet û aştiyane dikin. Ez yeqîn dikim wê miletê me yê li ber xwe dide, bi ser keve.

Xelîl Xemgîn (Hunermend): Gelê Kurd di çarçoveya siyaseta Rêber Apo de îro jî ji bo şikandina tecrîdê pêvajoyeke berxwedanê daye destpêkirin. Ev pêngaveke dîrokî ye ku Leyla Guven daye destpêkirin. Dereng jî mabe, gelê Kurd wê ji vê encamê wergire. Ji dema Peymana Lozanê ve di serî de ziman, di her warî de gelê Kurd tê tecrîd kirin, û va ye li her warî ev tecrîd îro tê şikandin. Ya mayî, di ser Rêber Apo re tecrîdkirina îradeya me ye ku divê em wê jî bişkînin. Em ê nebin dûvikê rojeva ti kesî û vê tecrîdê bişikînin. Lewma, Rêber Apo em wiha fêr kirin. Ya girîng ew e ku em dest ji vî şêwazî, dest ji vê berxwedana Leyla Guvenê dayê destpêkirin, bernedin.

Hozan Kawa (Hunermend): Rêber Apo îradeya gelê Kurd e û dixwazin vê bişkînin. Lê belê miletê me di şexsê çalakgerên grevên birçîbûnê yên li her deverî de li dijî vê têdikoşe. Hewldanan dewleta Tirk û hevkarên wê ya ji bo şikandina vê berxwedanê wê bê encam bimîne; lewma Rêber Apo felsefeyek e. Çawa ku em di stranên xwe de îfade dikin, Rêber Apo ji bo mirovahiyê hemûyî îdeolojiyek, îradeyek û felsefeyek e. Nexasim ji bo Rojhilata Navîn jî çareseriyek e. Yên ku hewl didin dengê wî qut bikin, bila bi vê zanibin: bi milyonan mirov hene ku îrade û siberoja xwe di şexsê wî de dibînin. Em jî weke hunermendên endamê TEV-ÇAND´ê, li cem vê têkoşîna miletê xwe ne.

Kadrî Ozkan (Endamê Komîsyona Aştî û Lihevkirinê ya Meclîsa Luzernê): Gelê Kurd ji bo ku tecrîdê û zordestiyê bişikîne têdikoşe. ez jî weke mirovekî ku keça wî di vê oxirê de ev 27 sal in di zindanê de ye, dibêjim, hin nirxên ewrûpa hene: Azadî, aştî û mirovahî. Lê belê niha tecrîdkirina Ocalan gihîştiye asteke li derî mirovahiyê, dîsa jî CPT ya ku armanca wê ya esasî pêşîgirtina li kirinên li derveyî mirovahiyê ye, wezîfeya xwe bi cih naîne. Ji ber berjewendiyên xwe hem KE û hem jî Parlamena Ewrûpayê xwe li hewara gelê Kurd kerr kirine. Ew bersivê nedin me jî heta ku em tecrîdê bişkînin têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê bikin ku ew neçar bibin piştgiriyê bidin têkoşîna me.