Ji bo lêkolîner nivîskarê Kurd Ethem Xemgîn ê 29´ê Cotmehê li bajarê Elmanyayê Kolnê rehmet kirî, merasîmek hat lidarxistin û peyama “Wî gelek ked da Têkoşîna Azadiya gelê Kurd. Em ê wî ji bîr nekin” hat dayîn.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) û Komeleya Elewiyan a Leverkusenê merasîma oxirkirinê ya girseyî li dar xist.  Ayten Şimşir axaftina destpêkê kir, Hozan Comert jî lawje gotin. Peyama taziyê ya KCK´ê jî hat xwendin ku digot, “Ethem Xemgîn ji bo tinekirina çelexwarîkirina dîrokê ya bi destê mêhtingerên qirrker û ji bo derxistina holê a rastiyan, gelekî xwe êşand.”

Nûnera FEDA´yê Jinda Deniz jî got, “Rohnî bû li ser dîroka me, roja me ya îro manedar kir û siberoja me diyar kir. Ji bo FEDA û Kurdan windahiyeke mezin e mirina wî.“

Di merasîmê de hevjîna wî Arzu Xemgîn û 3 zarokên wî jî amade bûn. Piştî xatirxwestina ji darbesta Ethem Xemgîn semah hat gerandin û loqme hatin belavkirin.

Cenazeyê Xemgîn wê 3´yê Cotmehê saet 09:30’î li “Friedhof Chorweiller” ya li Kolnê bê veşartin.

 

KOLN