Agirê Newrozê dê îsal li 33 navendan bê geşkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Omer Onen, diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan roja raperîn û berxwedanê ye û bang li her kesî kir ku agirê Newrozêli her derê geş bikin. 
Îsal cejna Newrozê dê di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bi silogana “Teqez Emê bi Serkevin li 33 navendan bê pîrozkirin. Starta Newroza 2017’an li Amedê hat dayîn. Nûnerên KCD, HDK, TJA, HDP û DBP bi civîna çapemeniyê starta Newrozê li Amedê dan û diyar kirin ku dê di navbera 17-21’ê Adarê de li 33 navendan Newrozê pîroz bikin. 



Pîrozbahiya yekemîn li Nisêbînê ye

Îsal agirê Newrozê yê ewil dê di 17’ê Adarê de li Nisêbînê ku 134 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin geş bibe û Starta pîrozbahiya Newrozê dê li Nisêbînê dest pê bike. Di 18’ê Adarê de jî dê li Edene, Sêrt, Dersim, Meletî, Bazîd, Manisa, Kocaelî, Îzmîrê, di 19’ê Adarê de dê li Stenbol, Mersin, Antalya, Riha, Êlih, Konya, Xerpêt, Dep, Qers, Hatay, Qoser, Dîlok û Eneqereyê bê pîrozkirin. Di 20’ê adarê de li Semsûr, Îdir, Bedlîs, Colemerg û Agiriyê û herî dawî di 21’ê Adarê de jî dê Newroza fînalê bi coşa herî mezin li Amed û Wanê bê pîrozkirin. Dîsa di heman rojê de dê Newroz li Cizîr, Gever, Bursa, Muş û Çewlikê bê pîrozkirin. 
Têkildarî amadekarî û girîngiya Newroza îsal û xebatên Referandûmê Endamê Komîteya Amadekar û Endamê MYK’ê yê HDP’ê Omer Onen axivî. 

Onen, bang li gelê Kurd kir û wiha got: “Edî tiştekî ku gelê Kurd winda bike tune ye. Divê her kes dakeve qadên Newrozê û Agirê Newrozêgeş bike. Divêli her derê Agirê Newrozê bê geşkirin. Her Kurdekî ku agirê Newrozê pêxe, dê têkoşînê bêtir xurt bike û me bêtir nêzî Azadiyê bike. Em Agirê Newrozê li mala xwe li ber deriyê û kolanên xwe û li her qadê geş bikin û her derê bikin Newroz. Em tu carî serî natewînin û em dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Yên ku li agirê Newrozê xwedî derkevin di heman demêde li vîn û azadiya xwe jî xwedî derdikevin.” 


AMED