43 weşanxaneyên Kurd ên din jî li fuarê dezgehên xwe danîn. Di fûarê de cûr bi cûr pîrtûk hene û tên dîtin. Di nava hefteyekê de xwendevanan hindik eleqe nîşanî pirtûkan da û ji ber vê yekê jî niha weşanxane jî hatin asta ku mesrefên xwe dernexistin. Fûara pirtûkan di 18’ê Gulanê de vebû û wê heta 6’ê Hezîranê ji bo pirtûkhezan vekirî bimîne.
‘Eleqeya xwendevanan gelek kêm e’
Têkildarî kêmeleqeya fûarê û rewşa fûarê xwediyê Weşanxaneya Ekîn Muhîtîn Bozan agahî da û diyar kir ku ji ber ku ev fûara yekemîn a Mêrdînê ye eleqe gelek kêm e û got, ew di wê baweriyê de ye ku di fûara duyemîn de eleqe nîşandana fûarê wê baştir be.
‘Zarok qet ne anîn fûarê’
Bozan destnîşan kir ku ligel li fûarê pirtûkên zarokan hene jî pirtûkên zarokan qet rastî eleqeyê nehatiye û got: “Me pir dixwest mamoste zarokên xwendekar bînin fûarê. Lê ev yek pêk nehat. Me nedît ku mamosteyan zarok anîn fuarê. Bi taybetî me ji bo zarokan, 7 wesayît jî amade kiribû lê dîsa tişta me hedef dikir pêk nehat.”
‘Divê çanda fûarê pêş bikeve’
Bozan bi bîr xist ku 30’ê Gulanê bi beşdariya nivîskar Ece Temelkuran, Îsmaîl Beşîkçî, Emîn Sari, Mehmet Guler û Mîthat Sancar wê çalakî pêk werin û bang li xwendevanan kir ku eleqe nîşanî nivîskarê xwe bidin. Bozan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê xwendevanên Kurd bi boneya helwesta TUYAP’ê ya li hember weşanxaneyên Kurd pûç bike, li bajarên wek Amed, Mêrdîn, Wan û Êlihê jî çanda fûarê bi pêş bixin.”
MÊRDÎN