- Li Amedê polêsên dewleta Tirk a dagirker bi ser gelek malên rêveber û endamên TUAY-DER´ê de girt, êşkence li wan û maliyên wan kirin. Wan rengên kesk, sor û zer jî binpê kirin. Malbatan got, ”Dibêjin, em ê Kurdan tine bikin. Em hene tine nabin.”
Polêsên dewleta Tirk a dagirker doh serê sibê li Amede bi ser Komeleya Malbatên Girtiyan TUAY-DER’ê û malên rêveberên komeleyê de girt. Polîsan avêt ser mala endamê Meclîsa Şaredariya Baxlerê Abdulvahit Dogru jî. Polêsan di serdegirtina malan û komeleyê de 6 kes kirin nezaretê. Di dema serdegirtin û birina nezaretê de polêsên dagirker êşkence li mirovên navsere jî kirin. Hincetên weke, tu weke terorîstan dinihêrî, pehîn li rûyê Şenay Hayme xistine. Hevjîna Şafîî Hazme, Şaîde Hayme ya lêdan û heqaret lê kirin jî got, ”Dibêjin, em ê Kurdan tine bikin. Em hene tine nabin.”
Polêsên dagirkeran gava avêtin ser malan û komeleyê, pêşî derî bi zorê vekirin, û lêgerîn kirin. Polêsên dagirkeriyê paşê Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel, endamê DUAY-DER’ê Muşeher Ulker, rêveberê berê yê TUHAD-DER’ê Menaf Kur, Endamê Meclîsa Şaredariya Baxlera Amedê Abdulvahit Dogru, Rêveberê DUAY-DER’ê Şafîî Hayme, Rêvebera TUHAD-DER’ê ya berê Leyla Ayaz birin nezaretê. Malbatan diyar kir ku polêsan alav û amûrên wan tev li hev kirine û şidet li xelkê malê kirine.
Heqaretên zêde û êşkence
Ji van malbatan ya rêvebera TUAY-DER´ê Şafîî Hayme behsa tiştên hatin serê wan kir. Hevjîna Şafîî Hayme, Şaîde Hayme ya 62 salî got, polîsan serê sibê avêtiye ser mala wan û wiha axivî: “Me çawa derî vekir, çek xistin serê me, em tahm dan û heqaret li Şafîî kirin û kulm lê xistin. Min got hûn çidikin. Hatin porê min girtin û ez li erdê rûniştandim. Ji me re dijûn û xeber gotin. Pirr heqaret li Şafîî kirin. Gotin ‘hûn tev terorîst in. Çima li zarokên xwe xwedî dernakevin. Terorîst nebûya te zarokên xwe nedişandin çiya.’ Agir ji devê wan dibarî. Gelek caran bi ser mala me de girtine, lê weke vê carê me heqaret nedîtiye. Dîn, îman û wijdan bi wan re tine ye. Dibêjin, em ê Kurdan tine bikin. Em hene tine nabin. Bila vê yekê baş bizanibin. Gel êdî natirse. Heta dawiyê em ê li pey doza xwe bin.”
Lê dê, bav û keçê xistin
Keça wê, Şenay Hayme ya 23 salî jî got, ji ber ku nerazîbûn nîşanî êşkenceya li bavê xwe daye, êşkence li wê jî hatiye kirin: “Dema li bavê min xistin, min bi ser wan de da qîran û min ji wan re got, hûn çi ji mirovên kal dixwazin? Pehîn li min xistin û ez avêtim erdê. Pişt re hatin ser pişta min. Ji min re gotin ‘çeka te heye derxîne. Terorîstbûna xwe qebûl bikin.’ Li ser hev pehîn li min xistin. Ji dê û bavê min re gelek xeber gotin. Ez xemgîn bûm. Ji min re gotin ‘ji xwe careke din em ê ji bo te werin. Dîsa yek bi yek li pişta te siwar bin.’ Min li wan nêrî. Gotin, bi çavê terorîstan li me nenêre, çavên xwe bigire.”
Pê li rengên nîşana Kurdan kirin
Malbata Muşeher Ulker jî da zanîn ku polêsên dagirkeriyê bi pêlavan ketin hûndirê malê, flamaya kesk, sor û zer avêtin erdê bi piya çûn ser: “Ji me re gotin hûn terorîst in. Gelek heqaret li me kirin.” Malbatê anî ziman ku polîsan Ulker dehf da li dîwarî xist û heqaret lê kirin.
AMED