Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê ji bo sihet û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin dojh 30 rojên xwe timam kirin; di vê roja 30. de li pêşiya avahiya CPT´yê mîtîngek hat lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li vir peyivî û got, heta ew xeberekê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiya xwe li Strasbourgê dewam bikin.

Ji bo sihet û ewlehiya Abdullah Ocalan 23´yê Cotmehê li Starsbourgê nêzî avahiyên Konseya Ewrûpa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê (CPT) bi daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a 63 sazî û dezgehan çalakiya rûniştinê ya bêdem dest pê kiribû; vê çalakiyê meheke xwe li dûv xwe hişt. Kurd tevî şert û mercên zivistanê û sermayê jî çalakiya xwe dewam dikin û doh jî heta bi avahiya CPT´yê zîncîreke ji mirovan pêk anîn û bi mîtîngeke girseyî li devê deriyê saziya CPT´yê daxwazên xwe dubare îfade kirin.

Qederê hezar kesî beşdarî çalakiyê bûn, posterên Ocalan hilgirtin û timî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “CPT biçe Îmraliyê” gotin. Çalakgeran ji saziyên Ewrûpî xwest ku bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.


Çalakî wê dewam bikin

Di çalakiyê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, siyasetvanê Kurd û serokê PJAK´ê yê berê Heci Ehmedî, Hevberdevkê HDK-E´yê Demir Çelik, Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, nûnerê ESP´ê Ziya Ulusoy, kevneserokê SYKP´ê Tuncay Yılmaz, nûnerê Ewrûpa yê “Devrimci Partisi” Faruk Aydın, nûnerên MLKP, ATIK´ê, nûnerê Ewrûpa yê Yeşîl Sol Parti Mehmet Cengiz, ji nûnerên HDP´ê yên Ewrûpayê Faîk Yagızay, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, sekretera sendîkaya BES´ê Meryem Çat, hunermend Ozan Emekçi, nûçerên saiyên Êzîdî li Ewrûpayê û nûnerên CÎK´ê jî di nava çalakgeran de cihê xwe girtin. Di axaftinên di mîtîngê de ya derket pêş ew bû ku heta ku xeberek ji Ocalan bê girtin, çalakî wê dewam bike.

 

Bila heyeta CPT´yê biçe Îmraliyê

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal pêşî peyivî, banga xwe li rayedarên CPT´yê dubare kir û wiha peyivî: “Miletê me tevî hemû şert û mercên zehmet li pêşiya CPT û Konseya Ewrûpayê serî hildide. Ji tevahiya welatên Ewrûpa miletê me berê xwe dide vir. Em diwazin bi rewşa Serok Apo zanibin. Ka gelo Rêber Apo sax e yan na, em li benda bersivekê ne. Mixabin heta niha rayedarên CPT´yê û Konseya Ewrûpayê nekarîne bersivekê bidin gelê me. Îro li gelek deverên dinyayê, gelê me bi heman armancê li ser piyan e. Ya ku em ji CPT´yê dixwazin ew e ku heyeteke navneteweyî biçe Îmraliyê û rewşê li cihê cih bibîne.”


Ocalan xeta sor a Kurdan e

Remzî Kartal da zanîn ku çalakiya 23´yê Cotmehê destpêkirî wê dewam bike û wiha peyivî: “Heta ku em berisvekê wernegirin, heta ku gelê me qaneh nebe, ev çalakî wê dewam bike. Ev mafê me yê demokratîk e, û em vê bi cih tînin. Berpirsiyariya rayedaran e ku bersivê bidin me. Jiyan, sihet û azadiya Serok Apo xeta sor a Kurdan e. Divê herkes bi vê zanibe. Miletê me ev bi salan e bi çalakiyên xwe piştrast kiriye. Roja me ya îro jî,. ev çalakî bi pêşengiya jin û ciwanan dewam dikin. Vê çalakiya bi desteka Kurd, Tirk û dostan me dayî destpêkirin, 30 rojên xwe li pey xwe hiştin, û ew ê ji vir û pê ve jî dewam bike. Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo krîza Rojhilata Navîn jî çareseriyek e. Divê saziyên Ewrûpî bi vê zanibin.”


Ewrûpa, nebe hevparê vî gunehî

Endamê Komîteya Amadekar ê çalakiya Strasbourgê, Medya Botan jî îşaret bi pirralîbûna texrîdkirina Abdullah Ocalan kir, û ev bang kir: “Tevî vê çalakiya ku em mehekê li vir dikin, saziyên Ewrûpî bersivekê nadin, ev jî nîşan dide ku ew hevparê van pêkanînan in. Rayedarên CPT û KE´yê çi dikin bila bikin, nikarin me ji Rêbertiyê qut bikin. Divê her kes bi vê yekê wiha zanibe. Dîroka gelê Kurd bi mînakên vê yekê mişt e. Sala 1999´an ciwanên Kurd bedena xwe kir mertal. Êrişên li dijî Rêbertiya me û nirxên me rawestînin.” n ANF / STRASBOURG