Di konferansa zimanê dayikê ya li Zanîngeha Bielefeldê de parlamentera partiya Keskan a eyaleta NRW´yê Berîvan Aymaz ji dê û bavên Kurd ên li NRW´ê xwest ku van rojan li dibistanê dersa Kurdî hebe yan jî nebe, ji dibistanan bixwazin ku zarokên wan li dersên zimanê Kurdî qeyd bikin.

MURAT MANG / BIELEFELD

Saziyên kurdan ên akademîk û ên ziman ên li elmanyayê, bi rasthatina 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî  şemiya bihurî li Zanîngeha Bielefeldê konferansek bi navê “Zimanê dayikê û pirrzimanî: Aliyên pirrfaktorî, zehmetî û derfet” bi rê ve çû û ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî bang li civaka Kurd hat kirin. Di gotarên sereke de rexneya li gotara sereke ya li dora zimanê dayikê li Elmanyayê hat kirin û hat gotin, Kurd jî aktor in û divê weke aktor karibin di vî warî de bi erka xwe rabin. Ji beşdaran Profesor Dr. Abdulrahman Gulbeyaz jî di çarçoveya ji nû ve afirandina heman têgihan rexne li akademiya mainstream girtin û got, akademîsyenn ku karîn wan tank, helîkopter û jetên di dagirkirina Efrînê de bên bikaranîn çêbibin, li dijî vê çi kirin û bersiva “ti tişt nekirin” da. Bi vê rexneya xwe jî wî bang li akademiyê kir ku bibe xwedî helwêst û ne ku tenê tezên doktorayê binivîse.

Nûnera Navenda Întegrasyonê ya Komunal Nilgun Isfendiyar, desdarê zanîngeha Bielefeldê Dr. Faraj Remmo, akademisyen, xwendekar û gelek kesên din beşdarî konferansê bûn. Piştî ku li ser navê saziyên organîzator, hevseroka Kurd-Akadê Dr. Dersim Dağdeviren, Hevserokê Înstîtuya Kurd a Elmanyayê Fevzi Özmen, Serokê Yekîtiya Mamosteyên ji Kurdistanê Abdulkadir Ulumaskan axaftinên destpêkê kir, gotarên rûniûştina pêşî hatin pêşkêşkirin.

Akademiya tankan çêdike ji bo edaletê tiştekî nake

Divê rûniştinê de piştî pedagog Hacire Genç, û mamosteyî Kurdî Xiyasedin Zaroj Stêrk, bi rêya Skype ji Japonyayê ji Zanîngeha Nagazaki, Prof. Dr. Abdulrahman Gulbeyaz beşdarî minaqeşeyê bû. Gulbeyaz piştî ravekirina maneya asîmîlasyonê li ser têgeha zimanê dayikê rawestiya, îaşret bi wê yekê kir ku ev têgeh bêhtir ji aliyê projeyên avakirina netewe yên serdest hatiye bipêşxistin û bi heman sîleha wan, şerê wan nikare bê kirin. Gulbeyaz îşaret bi rola akademiyan kir bi mînaka Efrînê. Wî got, wan tank, helîkopter û jetên ku dewleta Tirk di dagirkeriyê de bi kar anîn, çêkirin, lê li dijî dagirkeriyê û qirrkirinê wan “ti tişt” nekir. Prof. Dr. Gulbeyaz îaret bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê girseyên nijadperest û ferdên di navê xwe de bi rola zimanzanan radibin, gava dibihîsin, hienek “muhtemelen” bi Kurdî dipeyivin, bawer dikin ku wî zimanî nas dikin, di radibin wan lînç dikin. Ev jî bi mînakên Sedat Akbaşê Batmanî ku 6´ê Îloana 2015’an li Stenbolê hat lînçkirin, Kadir û Burhan Sakçiyên Mûşî yên ku 16 Kanûna 2018’an li Sakaryayê hatin lîçkirin (bav mir, kur bi giranî birîmndar bû), Mahir Çetinê Batmanî ku 3´yê Îlona 2014’an li Antalyayê bi lînçê hatin qetilkirin darîçav kir.

Rewa ye mafê mirovan e

Di rûniştina duyem de ji Bremenê Dr. Zeradachet Hajo, nivîskarê me Dr. Luqman Guldivê, Mamoste Abdulkadir Ulumaskan gotarên xwe pêşkêş kirin. Guldivê îşaret bi wê hisa pêdiviya rewakirinê ya ku Kurdan û alîgirên mafê xwendina zimanê dayikê di nava siyasetê û civakê de kir û got, “Ecêbek e ku ji bo mefekî mirovan, Kurd, siyasetvan û pedagog xwe mecbûr hîs dikin ku rewabûnekê ava bikin bi argumanên xwe.” Guldivê îşaret bi helwêstên beramberî zimanan kir û got, siyaseta mainstream di avakirina helwêstên di nava civaka pirranî ya Elman de diyarker e, û ev pirs kir; “Yan na, zimanê dayikê ku xweda, pirtûkên pîroz hemû rewa dibînin, çima cîranên Elman, yan jî Tirk aciz bike?” Guldivê xwedanader a vê helwêstê jî bi mînakên cudakeriya beramberî Kurdî û zimanên mîna Kurdî rave kir û got, cudakeriya li jor xwe li astên jêr ji nû ve diafirîne.

Herî dawî Guldivê b mînaka Wlatê Galiyan û aktorên wan ên siyasî nîşan da ku siyaseta ziman a aktorên li derveyî dewletê jî dikare ji bo parastin û vejandina zimanekî diyarker bin.

Pirrzimanîbûn baş e ji sîstema perwerdeyê re

Di vê rûniştinê de Hevserokê YMK´ê Abdulkadir Ulumaskan jî îşret bi tehlûkeyên li ser Kurdî kir û got, di nava 20 salan de 20 hezar lêkolîn li ser ziman hatin kirin û hemû jî nîşan didin ku pirrzimzanîbûn di nava sîstema perwerdeyê de ji bo bipêşveçûna zarokan baş e.

Ji Partiya Keskan parlamentera eyaleta Nordrhein Westfallenê (NRW) Berivan Aymaz jî di dawiya konferansê de got, dibistan jî, siyaset jî nahêlin ku hebûna dersên Kurdî xuya be, ji ber wê yekê jî civaka Kurd û dêûbav divê hişyar bin û li dibistanên zarokên wan lê doza zimanê xwe bikin. Aymaz îşaret pê kir ku ji bo sala li pêşiya me qeydiyên ji bo zimanê dayikê niha dest pê kirine, û heger li dibistanekê dersa Kurdî nebe jî, li NRW´yê dêûbav dikarin ji wê dibistanê bixwazin ku zarokên wan biçin dersa zimanê Kurdî.