Di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê 12´ê Mijdarî rûdayî de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hevseroka Odeya Tebîban a Amedê, Selma Guzel derbarê erdhejê de got: “Em ji bo her cureyê piştgirî û piştevaniyê amade ne.”

Di erdhêjê de ku navenda wê Silêmanî, Halebce û Kirmanşan bû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest da gihişt 530’yî û 7 hezar û 817 kes jî birîndar bûn. Hevseroka Odeya Tebîban a Amedê, Selma Guzel der barê mijarê de got, wan ekîbên xizmeta tenduristiyê ava kirine û anî ziman ku der barê hewcedariyên sereke de nînin, lê ji bo vê li bende daxwazan in.

Selma Guzelê got, “Me bi Midûriyeta Tenduristiya Navendî ya Amedê re hevdîtin kir. Lê wan got ku tu daxwazeke wan ji me nîne. Lê em li gel hemû îhtîmalan ekîbên xwe didin sekinandin.

Em ji bo her cureyê piştevaniyê amade ne. Li herêma erdhêjê em nizanin hewcedarî bi çi heye. Em bi hevkariya we bang dikin. Hewcedarî hebe, bila em bên agahdarkirin. Ev ne tenê di alî tenduristiyê de ye. Welatî niha li derve ne. Niha hewcedariya xurekê heye. Em dizanin gelek hewcedarî hene. Ya herî girîng jî şert û mercên zivistanê ne. Ji bo piştevaniyê me lîsteya xebatkarên tenduristiyê amade kiriye. Heger hewcedarî hebe, em dikarin biçin.” 


JINNEWS / AMED