Seroka Partiya Paşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê, Ezab Abûd diyar kir ku ew ji diyaloga bi dewletên Ereban re amade ye.
Ezab Abûd diyar kir ku çareseriya leşkerî ne guncaw e û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê encamên erênî bi xwe re naîne.
Lewma Partiya Sûriya Paşerojê balê dikişîne ser kar û xebatên aştiyane.
Ezab Ebûd got, ji bo çareseriya aloziya siyasî ya Sûriyê ew diyalogên Sûrî-Sûrî yên di navbera aliyên bi nakok de bi pêş dixînin. Li ser vî esasî Partiya Sûriya Paşerojê piştî hêzên derveyî welat xizmeta gelên Sûriyê nekirin û di çareseriya aloziya Sûriyê de bibin ketin, banga diyaloga hundirîn a Sûrî kir.
Ezab got, “Rêveberiya siyasî ji diyaloga bi dewletên Erebî re amade ye.” Wê her wiha bal bire ser rola Misr û Kombûyîna Dewletên Erebî yên ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Tirkiyê çete berdan Sûriyê
Ezab Ebûd dirêjbûna aloziyê xiste stûyê destwerdana ji derve û wiha dewam kir: “Nexasim dewleta Tirk ku aloziya Sûriyê ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe derfet dît. Di encamê de rê li pêşiya derbasbûna rêxistinên terorîst ên tundraw vekir, rêxistinên wekî DAIŞ û Cebhet El-Nûsra. Ji ber vê yekê niha rûbereke berfireh ji xaka Sûriyê hatiye dagirkirin.”
Ezab Ebûd diyar kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê gelek civîn wekî Astana, Soçî û Cenevreyê hatin lidarxistin, lê ji çareseriya aloziya Sûriyê re ew nebûne bersiv û tenê xizmeta dewetên din ên dest werdidin Sûrî, kirine.
Seroka Partiyê Ezab bal bire ser beşdariya pêkhateyên Sûriyê di ji nû ve nivîsandina destûra Sûriyê de, da ku parastina mafên pêkhateyên Sûriyê misoger bibe û çareseriya aloziya siyasî derkeve holê, ev jî tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan dibe.
ANHA/MINBIC