Serokê Meclîsa Aştiya Navxweyî Mehmûd El-Seyad, li ser navê Komîteya Têkliyên Dîplomasî Kemal Şariye û li ser navê YPG’ê Lewend Engîzek di semînerî de axivîn. Hemûyan girîngî da bi girêdana jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de û çandina tova biratiyê di nava welatiyên herêmê de da ku rê li pêşiya hemû êrîşên komên çete û komployên hêzên tarî were girtin. Di semînerê de peyama ´ti hêz û tu pîlan nikare girêdana biratî ya dîrokî ya di navbera pêkhateyên herêmê de ji hev cuda bike´.

Di axaftinan de her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmê û destkeftiyên şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê ku hewl didin tevliheviyê di navbera welatiyan de peyda bikin, hatin şermezar kirin. Her wiha pêwîstiya bi alîkariya bi YPG’ê re jî hat binxêzkiirn. Semîner bi nîqaşên di navbera beşdaran de bi dawî bû. 

ANHA/TIL TEMIR