Çalakiya Mertalên Zîndî ya ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Qendîlê hatî destpêkirin, ji 8’ê Hezîranê ve didome û her roja ku diçe piştgiriya ji bo çalakiyê zêde dibe. Komek ciwanên înternasyonalîst ên ji Spanya û Swîsreyê hatîn ev sê roj in ku çalakiyê dewam dikin.
Ciwanên înternasyonalîst der barê armanca piştgiriya xwe ya ji çalakiyê re ji ajansa me re axivîn.
Şoreşa mezintirîn a cihanê
Ciwanê ji Siwîsre Tobias Ryak: Ji ber ku tevgera gelê Kurd mezintirîn şoreşa cîhanê ye, ez hatime Kurdistanê. Ez hatime çanda şoreşgerî ya gelê Kurd fêr bibim. Li gorî min şoreşa gelê Kurd yekane sîsteme ku li dijî kapîtalîzmê cihanê ber bi başiyê ve bibe. Gelê Kurd li dijî faşizm û sîstema kapîtalîzmê têdikoşin. Ji bo ku em jiyanek baştir ava bikin, divê em mil bi mil li gel Kurdan li dijî vê sistemê têbikoşin.
Ciwanê înternasyonalîst ê ji Spanyayê Avrî: Li gorî min divê agahiya me ji tevahî mirovahiyê hebe, berî her tiştî jî, ji jin û zarokan. Divê em hewl bidin ji bo parastina mafê mirovan.
Em dikarin hev fêr bikin
Guillermo Di Marco yê ji Spanyayê: Li rexmê êrişên berfireh ên li ser gelê Kurd jî, lê ticaran têkoşina gelê Kurd têk neçûye. Berxwedana wan a ji bo xakê, hêvî dide mirovan. Dewleta Tirk topbaran û bombebarana vê xakê dike, li beramberî vê jî ciwanên Kurd parastina xaka xwe dikin û gav ber bi paş ve naavêjin. Her çiqas tevgera gelê Kurd ji ya gelên Ewrûpa cuda ye jî lê, em dikarin ji hevdu fêrî tiştên cuda bikin.
Ciwanekî ji Swîsreyê ku navê xwe neda zanîn got: Em weke nûnerên ciwanên înternasyonalîst hatine vir. Em hatine piştgiriya niştecihên Qendilê bikin, li beramberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk. Her çiqas ku em li Swîsre dijîn jî, peywendiyên me qut nebûne û qut nabin. Bi taybet jî ez hest dikim ku nêzîkatiyek pirr xurt ya me li gel tevgera gelê Kurd de heye. Ji ber ku ji bo azadiya jin û mirovahiyê têdikoşin. Ji ber vê çendê em ji bo piştgirîya wan hatine vir. ROJNEWS/QENDÎL