Şervanên QSD′ê di hemleya rizgarkirina Reqayê 4 malbatên ji taxa Deriye ya rojavayê bajêr, rizgar kirin. Şêniyên taxê bi temamî di bin dorpêça çeteyên DAIŞ′ê de bûn.
Di nava şêniyan de ku hatin rizgarkirin, dayê Mihemed (53) ku mala wê li nêzî mizgefta El-Tewhîd a li taxa Deriyê bû, malavahiya şervanên YPG/YPJ′ê kir ku ew ji mirinê û ji zilma çeteyan rizgar kirin.
Wê got, çeteyan beriya bi 15 rojan kurê wê û beriya bi 9 rojan jî zava, ap û kurapê wê, dema ku hewl didan xwe bigihînin nuqteyên şervanên QSD′ê, girtin.
Dayê Mihemed bi çavên tijî hêsir, got; “Em zêdeyî mehekê li taxê di bin dorpêça çeteyan de bûn. Em bê av, bê xwarin bûn. Me nanê hişk dixwar û ava gemarî vedixwar. Em di tariyê û di nava tirsê de radizan. Em ji her tiştî mehrûm kirin. Piştî rizgarkirinê, em ji nû ve ji dayik bûn.”