
NARÎN EMÎN ANHA / EFRÎN
Mihrîcana Mîtan ji bo cara sêyem bi pêşkeşiyên xwe yên cihêreng ên hunerî weke neynikekê wêneyê civakê nîşan da û peyameke pîroz gihand xeyalên beşdarên xwe.
Mijrîcana Mîtanê bi şanoyên xwe, hesteke balkêş li ba beşdaran hişt û bi pêşkeşiyên xwe mijarên jiyana rojane ya şêniyan vegot. Beşdar jî bi naverok û hûrgiliyên şanoyan kêfxweş bûn û lîstikên şanoyê bandor li wan kir.

Rêûresmeke şahiya şanoyê
Vê mihrîcana ku sala 2014’an yekemîna wê hat lidarxistin, wekî şahiyeke şanogeriyê, kêfxweşî di dilê hemûyan de afirandiye. Di bin banê wê de di dilê Efrînê de aktorên ku karîbûn hunerê xwe yê aktoriyê îsbat bikin, derketin holê.
Li Kantona Efrînê her sal Mihrîcana Mîtan tê organîzekirin. Îsal jî sêyemîna vê rêûresmê bi coşeke mezin bi rê ve çû.

Desteya Çandê xebatên organîzekirina mihrîcanê birêve dibe û beriya mihrîcanê bi 2 mehan xebatên perwerde û provakirinê bê navber bi rê ve çûn û bernameya mihrîcanê danîn.
Atmosfera şer, û mercên zehmet, bandoreke mezin li jiyana şêniyan kiriye li Efrînê. Trajediya êşa koçberiyê, kuştin, wêranbûn ku di encama aloziyê de derketine holê, ji mijarên pêşkêşiyên hunerî yîn Mihrîcana Mîtan a şanoyê bûn.

Civandina şanogeran şahî ye
Mihrîcana Mîtan a Şanoyê bi dirûşma “Em jiyanê diçînin” hewl dide bi riya şanoyên xwe wekî neynikekê van êş û zehmetiyan di çarçoveyeke hunerî de nîşan bide.
Yek ji armancên bingehîn ên Mihrîcana Mîtan jî ew e ku şanoger bigihêjin hev, bi ziman û çandan destekê bidin hunerê xwe, her wiha ev huner di nava civakê de jî were bipêşxistin.
Nûner û rêveberên ji hemû saziyan, deste, pêkhate û partiyan berê xwe dan Navenda Çand û Huner a Çiyayê Kurmênc, da ku li ber dika wê beşdarî pêşkeşiyên şanoyên mihrîcanê bibin.
Beşdar bi pêşkeşiyên pêkenokî ên komedî keniyan, carinan bi dram û trajedyayan jî xem û şîn serwer bû, xema mijara lîstikên şanoyê xwarin. Lê kenandina zarokan dîmenên herî xweş û balkêş ên pêşkeşiyên mihrîcana şanoyê bûn.

Dîmenê herî bedew ê kenê zarokan bû
Di mihrîcanê de şanoyên bi sernavên “Neynik, Geliyê Mirinê, Wehîd, Kevir nayê xwarin, Tofan, Şeva Xelatkirinê, Dema zarok direqisin, Pêlav” hatin pêşkêşkirin.
Di van lîstikên şanoyê de qonaxa nazik a ku Kantona Efrînê tê re derbas dibe mîna gefxwarin, ambargo û şer hat vegotin. Carinan jî girîngiya xwe amadekirina li hemberî hemû şert û mercan ji mijarên şanoyan bû, her wiha girîngiya xwebirêvebirin û berxwedaniyê û rola jinê jî digotin.
Bandora şert û mercên şer li ser zarokan û nelihevkirina di navbera şer û aştiyê de jî, di şanoyan de dihatin nîşandan.
Di dawiya Mihrîcan de derbarê amadekarî û pêşkeşiyên mihrîcana Mîtan de belgefilmek hat pêşandan. Di heyecan û coşa beşdaran de, diyar dibû ku mihrîcan serketî derbas dibe. Mihrîcanê hişte ku dîmenên rasteqîn di bîr û baweriya beşdaran de bi cih bibin.
Şahiya bidawîbûna mihrîcanê

Mihrîcana Mîtan a Şanoyê 11′ê Mijdarê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hat destpêkirin û heta 26´ê Mijdarê dewam kir. Mihrîcan bi şahiyekê bi dawî bû. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê Şêraz Hemo axivî, birxêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku serketin bi saya fedekariya şehîdan in.
Endamê Komîteya Amadekar Rûmet Beko jî hêvî kir ku şopdarên mihrîcanê bi şanoyên ku dihatin pêşandan kêfxweş bûbin.
Endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê Hekîm Kalo jî axivî, diyar kir ku çand bingehê avakirina civakan e û got, armanca ji mihrîcanê ne tenê belavkirina xelatan e, lê komkirina hunermendan û belavkirina hezkirin û biratiyê ye.
Şahî bi belavkirina spasnameyan û xelatkirina hemû lîstikvanan, bi dawî bû.