Li Kampa Miştenûr a rojavayê bajarê Kobanê, bi dehan malbatên ku malên wan di demên şerê bajêr de hatine rûxandin, dimînin. Malbatên mexdûr ji bo ku nerazîbûna xwe îfade bikin, pirsa “Dewletên soza jinûve avakirina Kobanê dayî li ku ne?” kir.

Bi dehan malbatên ji Kantona Kobanê, ku di berxwedana Kobanê de malên wan hatin rûxandin, li kampa Miştenûr a ku Rêveberiya Xweser a Kobanê li rojavayê bajêr vekiriye, dimînin. Rewşa welatiyan ji ber bêdengbûna saziyên navneteweyî û dewletên ku soz dabûn ew ê malên wan ava bikin, xerab e. Nexasim bi nêzîkbûna demsala havînê re rewşa malbatan xirabtir dibe.

Dewletan soz dabû lê…!

Bajarê Kobanê ku wekî bajarê berxwedanê hatiye naskirin û nuqteya destpêkirina têkbirina terorê ji herêmên Bakurê Sûriyê ye, hîna di qonaxa avakirinê de ye. Lê avakirina wê bi destên zarokên wê ye, ku bi derfetên xwe xebatên avakirinê dikin. Lê dewletên navneteweyî ku soz dabûn ku ew ê Kobanê piştî paqijkirina wê ji terorê, jinûva ava bikin, li gorî soza xwe derneketin û ti alîkarî ji bo gelê Kobanê pêşkeş nekirin.

Ji ber ambargoya AKP û PDK`ê  buhayê madeyên avakirinê zêde bûye û gelek malbat nikarin malên xwe ji ber vê yekê ava bikin. Di kampê de 15 jê malbatên şehîdan 70 malbat dimînin.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd, di kampê de navendeke biçûk a tenduristiyê vekiriye. Li navenda tenduristiyê hin cureyên dermanan hene û nexweşiyên sivik tên dermankirin û yên din jî vediguhezînin nexweşxaneyên bajêr.

Endama rêveber a kampa Miştenûr, Mîdya Etaş bang li rêxistinên navneteweyî û mirovahî kir ku alîkariya koçberên li kampê bikin. 



 ANHA / KOBANÊ