Nûnerên saziyên Kurd ên li Strasbourgê nobeta azadiyê digirin bal kişandin ser zêdeyî 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatine hevdan û tevî Konseya Ewrûpayê (KE) ji hemû saziyên navneteweyî xwestin, bikevin nava tevgerê.
Nobeda “Ji Ocalan re Azadî” ya li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransa Strasbourgê, ku ev 4 sal in bênavber tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê nûnerên 400 saziyên Kurd ên li Ewrûpayê ve tê meşandin.
‘Em ê tevî gelên din li ber xwe bidin’
Ji beşdarên çalakiyê Endamê Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan da zanîn ku niha tecrîdeke ne exlaqî û ne hiqûqî li ser Ocalan tê meşandin û weha pê de çû: “Weke bereya berxwedanê ya li Ewrûpayê, em ê ji bo azadiya Serok Apo tevî gelên din li ber xwe bidin. Ji ber ku azadiya gelê Kurd, gelên bindest û hemû gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Serok Apo dibe. Em îro li ber Konseya Ewrûpayê ne û em konseyê weke muxatebê xwe dibînin. Me zêdeyî 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Serok Apo berhevkirî, radestî Konseya Ewrûpayê kir. Divê Konseya Ewrûpayê jî bersivekê bide xwediyê van 10 mîlyon îmzeyan. Wekî din, Tirkiye endamekî Konseyê ye. Lê belê Tirkiye bi rengekî faşîst gelê xwe qetil dike. Ji ber vê yekê divê Konsey endametiya Tirkiyeyê betal bike. Û bêguman bi lezgînî bike ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê rakirin û azad bibe. Em azadiya Serok Apo weke qonaxeke gelekî girîng dibînin û em ê di vî warî de berxwedana xwe xurttir bikin.”
Bila CPT bi bersiyariya xwe rabe
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mehmet Emîn Yildiz bal kişand ser para Ewrûpayê ya di pêkanînên li hemberî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û got, “Ewrûpa hevparê van pêkanînan e. Lewma ji bo ku berpirsyariyên Ewrûpayê em bi bîra wê bixin, em li vir in.”
Li ser navê Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê Mîrhan Roj diyar kir, ew ji bo bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiyê bûye û ji CPT, Konseya Ewrûpa û hemû saziyên pêwendîdar dixwazin bi berpirsyariya xwe rabin.
Roj got, “Em ji wan re dibêjin; heta Serok azad nebe, Kurd azad nabe; heta Serok azad nebe, jin azad nabe; heta Serok azad nebe, aştî û demokrasî nayê Rojhilata Navîn.”
STRASSBOUG