Li Bexdayê nûnertiyê dikin
Endamê polîtburoya YNK’ê Abdullah derbarê îdiayên ku ji ber peywendiyên PDK û YNK’ê yên ligel Bexdayê hizbîne û ji ber vê yekê nakokî zêdetir dibin; ev tişt got: “Peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî baş nehatine rêkûpêk kirin. Lê nûnerên Kurd ên li Bexdayê nûnertiya Kurdan dikin. Bêguman her yek ji wan ji partiyekê çûye, lê hemû nûnertiya gelê Kurdistanê dikin û heta niha ti aliyek li ser xalên neteweyî gavek jî paşde navêtine.”
Abdullah behsa bernameya wan a ji bo çareserkirina maddeya 140 jî kir û wiha got: “Emê daxwaza cih bi cih kirina destûrê bikin. Ger destûr neyê cih bi cih kirin, gelê Kurdistanê wê biryarê bide. Mafê me yê çarenivîsê heye û tişta di berjewendiyên gelê Kurdistanê de be, emê wê yekê bikin. Em heta dawiyê li benda wê yekê ranewestin gelo hikûmeta Bexda wê maddeya 140 cih bi cih bike yan na. Me sebir girtiye, lê sinorê sebrê jî heye. Ger em di dewreya bê ya parlamentoya Iraqê de piştrast bûn ku girêdayî cih bi cih kirina maddeya 140 nabin, gelê Kurd wê biryarekê bide ku di berjewendiyan wî de be.”
Hilbijartinên Kerkûkê
Arêz Abdullah diyar kir ku wê dengên YNK’ê di vê hilbijartinê de zêde bibin û ragihand: “Meseleya netewe û nîştîman ji her tiştekî din mezintir e. Nabe ji ber Dr. Necmedîn Kerîm (Parêzgaha Kerkûkê) ne bi dilê biraderan be bibe serokê lîstê, wê dest ji Kurdayetî û hevpeymaniyê bînin. Ji ber pêwîstiya me bi hevpeymanî û piştgiriya hev heye. Vê yekê di du aliyan de zerer bû. Ya yekem yekîtiya hêzên Kurd li Kerkûkê xirab kir. Ya duyemîn jî bê guman wê bandorê li dengên Kurdan bike. Ger em weke YNK ligel wê lîsteyê bûna, ji me re zerer bû. Lê ev ji bo gelê Kurdistanê qezenc bû. Wekî YNK em ti zererê nabînin, lê ger gelê Kurdistan û welatiyên Kerkûkê zerer dîtin em jî wê zererê bibînin.”
Li ser vê mijarê, serokê lîsta YNK’ê li Hewlêrê wiha got: “Cara yekemîn PDK û piştre jî Tevgera Goran ji wê hevpeymaniyê vegeriyan. Vê zererekî mezin gihan pirsgirêka rewa ya gelê Kurd. Ji ber vê yekê nîşa dost û dijminan kir ku em li Kerkûkê jî ne yekdeng û yek helwest in. Di demek ku di dîrokê de pirsgirêka me ya sereke ya ligel Iraqê Kerkûk bû.”
Derbarê kotaya jin û ciwanan a di namzedên YNK’ê de, endamê polîtburoya YNK’ê Abdullah wiha got: “Li parlamentoya Iraqê rêjeya sedî 25 ji bo jinan kota heye. Em wekî YNK giringiyekî zêde didin jinan. Yekemîn wezîra jin a Herêma Kurdistanê ji YNK’ê bû. Yekemîn dadwer, şaredar û qeymiqamê jin ji aliyê YNK’ê ve hatiye danîn. Vê carê jî YNK’ê zêdetir cih da ciwanan, ango nifşekî nû kiriye namzed. Ji ber dem hatiye guhertin û divê em jî li gor demê guhertinan di siyaseta xwe de çêkin.”
Di warê yasayî de berpirsê yekemîn PDK ye
Endamê polîtburo û serokê lîsta YNK’ê li Hewlêrê diyar kir ku 6 meh li ser pêknanîna kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas dibe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ev 6 mehe li ser pêknanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê re derbas dibe. 3 meh bi awayekî ne yasayî û piştî 3 mehan pêwîst bû hilbijartin bihata lidarxistin. Di warê siyasî, derûnî û bazirganiyê de bandorekî nerênî li ser Herêma Kurdistanê çêdike. Di warê yasayî de berpirsê yekemîn PDK û piştre jî Tevgera Goran e. Ger PDK nekarî di wê demê de hikûmetê pêk bîne, ger Tevgera Goran zanî PDK di dema yasayî de nekarî hikûmetê pêk bîne; pêwîst bû gotiban ji min re rê veke û ji bo hikûmetê pêk bînim. Lê heta niha herdu alî bê helwest in. Koma YNK’ê çend caran daxwaza civînên parlamentoyê kiriye, PDK û Tevgera Goran ne amadene tevlî vê civînê bibin ku desteya serokatiya parlamentoyê were hilbijartin.”
DÎHA/HEWLÊR