Piştî têkoşînek giran hêzên Kurd di 13’ê Mijdarê de darbeyên giran li çeteyên hov dan û Şengal ji bin dagirkeriyê xilas kirin. Piştî rizgarkirina Şengalê bi hezaran Êzîdiyê koçî Bakur bûyîn, coşek mezin jiyan. Êzîdiyê bi rizgarkirina axa pîroz serbilind bûn, niha coşa vegerê dijîn. Êzîdiyên li Qampa Fîdanlikê ya Yenîkoya Amedê dijîn, destnîşan kirin ku dixwazin vegerin lê hêz metirsiya DAÎŞ’ê bi tevahî ji holê ranebûye. Niştecihên qampê derbirîn ku pêwistî înşa û parastina rewa heye û divê Êzidî di nav yekitiyê de tev li van xebatan bibin.
‘PKK nebûya em dê tev de bihatina kuştin’
Dayîka 3 zarokan Xoxê Evdî (35) destnîşan kir ku dixwaze tevlî xebatên înşayê bibe û wiha axivî: „Kî şehîd li Şengalê dabin wan Şengal rizgar kiriye. Em li Şengalê rêveberiyek aîdî xwe dixwazin. Ku Êzîdî bibin yek dê azad bibin. Ku yekîtî nebe, azadî jî nabe. Em dixwazin di înşakirina Şengalê de cih bigirin. Ji bo vê em ji PKK’ê alîkarî dixwazin. Ku pirsgirêka ewlehiyê tune be, hemû Êzîdî dê vegerin Şengalê. Em dê axa xwe bi xwe parêzin.“ Evdî, jinên di parastin û rizgarkirina jiyana xwe ji dest dayîn silav kir û wiha domand: „Di saya PKK’ê de jinên fermana 73’yemîn nejiyayîn ketin nav şerê parastinê, axa xwe parastin.“
‘Êzîdî dê biryara xwe bidin’
Dayîka 6 zarokan Merkes Rizgar (28) jî diyar kir ku êdî dixwazin vegerin Şengalê. Rizgar wiha dirêjî da axaftina xwe: „Em dixwazin di bin parastina PKK’ê de bijîn. Em ji ber êrîşan reviyan û niha em naxwazin cardin bi heman tiştan re rû bi rû bimînin. Em dixwazin li Şengalê bibin xwedî rêveberî. Lê berî her tiştî divê jinên me ji destê DAÎŞ’ê bin rizgarkirin. Ku li Şengalê alek bi ba bikeve, Êzîdî dê biryara wê alê bidin. Divê hemû Êzîdî bibin yek û vegerin Şengalê.“ Hele Îsmaîl (25) jî got ku Êzîdî dikarin bi yekîtiyê serbikevin û spasiya PKK’ê kir û got PKK nebûya dê kesek ji Êzidiyan nema bûya.
AMED